Ciwanan dan xuyakirin ku ev 4 mehên dawî giranî dane komkirina îmzeyan û dixwazin bigihêjin hedefa xwe ya 20 hezar îmzeyan. Ciwanên Kurd dan xuyakirin ku her roja Şemiyê li Bahnofstrasse derdikevin komkirina îmzeyan û bi taybet ji aliyê hemwelatiyên Swîsreyê ve bi bertekên erênî re rû bi rû tên. Ciwanan her wiha gotin ku di vê pêvajoya dawî de jî rastî hewldanên provokatîf ên hin komên nîjadperest jî tên.  

Aysel Gozuboyuk a li ser navê Meclîsa Ciwanan a Ronahî daxuyanî da ev xusûs anîn ziman: “Em ê wek Meclîsa Ciwanan a Şehîd Ronahî kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêbertiya me bi heman lezê  berdewam bikin. Wek ciwanên Kurd ên li Swîsreyê li hemberî tecrîda li dijî Rêbertiya xwe û êrîşên dawî yên li dijî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi azadkirina Rêberê xwe em ê bikarin hêrsa xwe kêm bikin.”
Ayten Înal jî ku li ser navê Komîteya Meclîsa Ciwanan a Şehîd Ronahî axivî wiha got, “Her kes dikare li her cihê lê dimîne îmzeyan kom bike.”
Meclîsa Ciwanan a Ronahî da diyarkirin ku, xebatên wan berdewam dikin û di kampanya îmzeyan de jî ber bi dawiyê ve diçin. Meclîsê destnîşan kir ku, wan sê hefte ji xwe re weke seferbertî îlan kirine.

Li Duisburg û Hagenê bi sedan îmze

Li bajarên Duisburg û Hagen ên Almanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand vekirin û bi sedan îmze komkirin. Weke din di standan de bi hezaran belavok belav kirin.
Kurdên ku li bajarên Duisburg û Hagen ên Almanyayê jiyan dikin, bi standên îmzeyan ên li navenda bajar vekirîn bi sedan îmze komkirin.
Di standa ku rojên Pêncşem û Şemiyê ji aliyê Meclisa Gel ya Duisburgê ve hatî vekirin de 450 îmze,  di standa ji aliyê komisyona têkiliyên derve ya girêdayî Meclisa Gel ya Hagenê ve hatî vekirin jî 130 îmze hatin berhev kirin.
Di dema berhevkirina îmzeyan de jî jin û ciwanan bi hezaran belavokên ku balê dikêşin ser rewşa şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmralî jiyan dike belav kirin. Rayedarên Meclisa Gel ya Hagen û Duisburgê gotin, heya kampanya ji Ocalan re azadî bidawî bibe ew dê îmzeyan berhev bikin.

ZURÎH/DUISBURG