Di kampanyaya ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadiya ji bo Ocalan hat destpêkirin, ciwanên Kurd li qada Place Kleber a li navenda bajêr îmze kom kirin. Ciwanên Kurd li navendê standek vekirin, têkildarî Ocalan û pirsgirêka Kurd belavok û broşur belav kirin. Di çalakiya ku rastî eleqeyeke mezin hat û bi saetan berdewam kir de bi sedan îmze hatin komkirin. Ciwanên Kurd, di çalakiya ji bo piştgiriya ji Kampanyaya Azadiya Ocalan li dar xistin de, destnîşan kirin ku kesên bi wan re  diaxivin mafdariya gelê Kurd qebûl dikin û rêz nîşanî têkoşîna wan didin. Ciwanan gotin ku ji niha û şûnve jî wê îmzeyan kom bikin. Di çarçoveya kampanyayê de li herêmên wek Alsace û Lorren ku bajarê Strasbourg, Mulhouse, Metz û Nancy digirin nava xwe heta niha bi sedan îmze hatine komkirin. Kampanya hîn jî li gelek bajaran dewam dike. 

STRASBOURG