Rêxistin û tevgerên ciwanan ên Bakurê Sûriyê îro li Qamişlo avakirina Meclîsa Damezrîner a Konseya Ciwanên Bakurê Sûriyê bi daxuyaniyekê îlan kirin. Endamê Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ciwanên Rojava Akif Şerîf daxuyanî xwend û got: “ Em wek ciwanên Bakurê Sûriyê ji destpêka şoreşê ve, projeya demokratîk  pir alî ji xwe re esas digirin. Di heman demê de raghandina Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê gaveke dîrokî û çareseriya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyê ye. Em îro Meclîsa Damezrîner ji bo avakirina Konseya Ciwanan a yekîtiya ciwanan di nava Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku hemû pêkhate cihê xwe di nav de digirin radighînin. Ev Meclîs her kesên serbixwe û kombûnên din ên ciwanan ku baweriya xwe bi netewa demokratîk heye qebûl dike.

Em bang li hemû tevger û rêxistinan, kesayet serbixwe û li tevahî ciwanên Sûriyê dikin ku beşdarî kongreyê bibin.”

Di dawiya civîna çapemeniyê de rojnamevanekî pirsa ″Tu aliyên diyar ên ciwanên Sûriyê wê  beşdarî kongreya ciwanên Sûriyê bibin hene? kir. Seroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê Hemrîn Elî wiha bersiv da: ″Deriyê me ji her kesî re vekiriye, ciwanên derve jî dikarin beşdarî bibin.″


QAMIŞLO