Daxuyanî li pêşiya Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Qamişlo ji aliyê Rêveberê Ciwanên Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Mecîd Qasim ve hat xwendin.
Mecîd siyaseta PDK’ê li hemberî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got, “Armanca vê siyasetê derbkirina Projeya Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê ye.”
Qasim bi bîr xist ku deriyê Sêmalka ji 16’ê Adara 2016’an ve ji aliyê PDK’ê ve hat girtin û da zanîn ku armanca girtina derî jî derxistina nakokiyên siyasî di navbera gelên herêmê de ye.”
QAMIŞLO/ANHA