
Ciwanê ku ket bin panêzêrê bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Şahîn Onerê 19 salî ku rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Şahidê bûyerê diyar kirin ku polîsan bi panzêrê li Oner qelibandiye. Lê ajansên din ên nûçeyan jî îdîa kirin ku bombe di destê wî de teqiya ye û jiyana xwe ji dest daye.
Bigirseyî hate defin kirin
Ciwanê 19 salî Şahîn Oner duh li goristana Şehîdlîkê bigirseyî hat definkirin. Di merasimê de hevalên wî yên xwendekar û mamosteyê wî jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Oner ku piştî bûyerê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Pişti otopisiya cenazeyê Şahîn Oner malbatê pêr cenaze ji morgê wergirtin.
Bi sedan kesên ku li ber mizgeftê kom bûn, piştî wecîbeyên olî cenazeye Oner hilgirtin û birin goristana Yenîkoyê. Di merasime de xwendekarên Amadeyiya Gafar Okan jî neçûn dibistanê li ser gorê amade bûn. Darbesta Oner bi ala PKK'ê hat pêçan û li ser milan heta goristanê birin. Komê di meşê de bê navber sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Hêsirê dayîkan dê kerdogan bi fedisîne" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" qîr kirn. Girsê piştî darbesta Oner li ser milê xwe heta gorê birin li ser gorê jî bi sloganên "Şehîd namirin" defin kirin. Piştî cenaze hat definkirin girsê û hevalên Oner ên xwendekar bi yek dengî sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. Di merasimê de dayîka Oner û hevalên wî zimêr lorandin. Li gel ku cenazeyê Oner hat definkirin jî heta demek dirêj malbat û xizmên Oner ji ser goristanê neqetiyan û zimêr lorandin.
Di demjimêrên serê sibê de esnafên semta Şehîdlîkê ku duh Oner jiyana xwe lê ji dest da, dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar. Rêxistina BDP'ê ya Amedê dê ji bo Şahin Oner di demjimêr 14.00'an de li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad û Wekhev a Şehîdlîkê meşek bi girseyî pêk bîne.
DÎHA/AMED
Peyama sersaxiyê
Kongreya Civaka Demokatîk (KCD), têkildarî qetilkirina Şahin Oner ji gelê Kurd re sersaxî xwest. KCD'ê diyar kir ku Şahin Oner ji bo rê li pêş mafê gelan ê demokratîk bê vekirin jiyana xwe ji dest da û di nava têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye. KCD'ê bang li gelê kurd kir û xwest li Oner xwedî derkevin û li dora wî bibin xelek.
KCD'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Bi minasebeta salvegera 15'ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li hemberî Birêz Abdullah Ocalan li gelek bajar navçeyan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Ev çalakî her ku diçe mezintir dibin. Di çalakî û bûyeran de heta niha aşkere bûye ku gel bi girêdanek pir xurt bi Rêberê xwe ve girêdayî ye. Gel ji bo komploya li hemberî rêberê xwe Birêz Ocalan a di 1999'an de pêk hat şermezar bikin dadikevin kolanan. Herî dawî duh di 10'ê Sibatê de jî dema girse daket kolanan polîsan li Amedê mudaxale kir û ciwanê 19 salî Şahîn Oner qetil kirin. KCD'ê da zanîn ku Şahin Oner di bûyerê de ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin û sersaxî ji malbat û gelê kurd re xwest. KCD'ê da zanîn ku dijberi nûçeyên çapemeniya tirk a "Dema xwest bombeyê bavê polîsan, bomde di destê wî de tewiya" di rastiya xwe de bi maşînaya zirxî ya polîsan jiyana xwe ji dest daye. KCD'ê anî ziman ku şahidê bûyerê kuştina bi maşîneya zirxî ya polîsan piştras dide. KCD'ê daxuyaniya Waliyê amedê jî rexne kir û destnîşan kir ku ev çalakiyek rewa û demokatîk e. KCD'ê da zanîn ku di vê serdema ku dewlet bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê dike kuştinên bi vî rengî provokatif in.
KDC'ê di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji gelê kurd xwest û xwest hemû gelê kurd û kesên aştî û demokrasiyê dixwaze li dora doz û têkoşîna Şahîn Onder bibin xelek û têkoşîna wî bilintir bikin. KCD'ê da zanîn ku Şahîn Onder dinava têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye û ew dê li têkoşîna Şohîn Onder xwedî derkevin."