Ciwanekî Kurdistanî li paytexta Ingilîstanê Londonê ji ber êrişeke bi kêrê jiyana xwe ji dest da. Kurdistaniyê bi navê Bariş Kuçuk 33 salî bû.
Şemiya bihurî berê sibehê Bariş Kuçuk dema ku ji kar vedigeriya mala xwe li semta Harringey a a li bakurê Londonê, ji paqa xwe hat kêr kirin û bi giranî birîndar bû. Ji ber ku gelek xwîn jê çûbû, dema ku bi ambûlansê ew rakirin nexweşxaneyê dilê wî sekinî bû. Piştî destwerdana li nexweşxaneyê, dilê wî careke din lê dabû, lê piştî 3 rojan li nexweşxaneya Royal Londonê pêr ber êvarkî wefat kir.
Şahid hebin bila agahiyê bidin
Li gorî texmînan sedema êrişê xesp e û polîs derbarê êrişê de lêpirsîna xwe dewam dike. Elaqedarî bûyerê hîna ti kes nehatiye destgîrkirin. Polîsî Metropolitan ê Londonê bang li welatiyan kir ku derbarê bûyerê de agahiyan bidin. Polîs xwest şahidan li ser bûyera li ser rêya Seven Sistersê li cihê ku rêya Vartry Road tê ser, bi referansa ‘CAD 1360/1JUN’ telefonî hejmara 101 yan jî 0800 555 111´ê bikin, bi awayekî nasnameya wan nediyar agahiyan bidin.
Bariş li kafeteryayekê de kar dikir ku malbata wî dixebitand. Ew ji malbateke Kurd a ji Sêwasê bû û Kurdistaniyan gelekî hez jê dikir. Kesûkar û dostên malbatê û barişî, ew weke mirovekî milahim û diklê wî tije evîn bi nav dikin. Ji ber wê jî civaka Kurd a li londonê bi giştî xemgîn bûye. Teziye ji bo wî li Navenda Komela Kurdan (KCC) a li Harringeyê tê qebûlkirin.
LONDON