Ciwanên Başûr amade ne
Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi dirûşma, “Ji bo Kurdistaneke Azad û Serbixwe, Faşîzm û Dagirkeriyê Birûxîne” Pêngava Seferberiya ji bo herêma Heftanîn ragihand.
Di çarçoveya pêngavê de ji gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê zêdetirî 40 ciwan ji bo beşdarbûna berxwedana li Heftanîn di nav amadekariyan de ne.
Endamê Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Qanih Xelîl, têkildarî mijarê got, “Dewleta Tirk bi van êrişan ne tenê jiholêrakirina destketiyên gelê Kurd, tinekirina gelê Kurd dike armanc. Dixwaze xaka Kurdan dagir bike û careke din Mîsaqî Millî zindî bike. Li hemberî van êrîşan me jî pêngava seferberiya ji bo Heftanînê ragihand.”
Qanih der barê bersiva ciwanan a ji bo pêngavê jî wiha axivî: “Niha zêdetirî 40 ciwan ji bo vê seferberiyê amade ne û dixwazin beşdarî berxwedana Heftenînê bibin. Ev seferberî nîşaneya wê ye ku ciwanên Başûr ligel gerîlayan beşdarî şer dibin, di navbera gel û gerîlayan de ti cudatiyek nemaye.” ROJNEWS/SILÊMANÎ