BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS/GERMIYAN


Bi armanca şermezarkirina bombebarankirina Çiyayê Asosê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve, Gencanî Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li navçeya Kelarê ya Germiyan daxuyaniyek dan. 

Doh saet 15:00’ê li Parka Leyla Qasim a navçeya Kelarê bi pêşengiya Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer dijî bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk li ser Çiyayê Asosê ku dikeve ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin.

Endamê Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê Mihemed Kameran daxuyanî xwend û got: “Dewletên dagirker û dewleta Tirk, gelê Kurd, mirovên azad û Rêber Apo kirine armanc. Ji 1991’an ve dewleta Tirk dagirkeriya xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê daye dest pê kirin. Vê jî bi rêya aborî, siyasî, çandî û leşkerî dimeşîne. Armanca van êrîşan pêkanîna xewna Împaratoriya Osmanî û dagirkeriya Kurdistana mezin e. Bi taybetî jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Di demên dawiyê de cardin êrîşên sînorê Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye. Dewleta Tirk bi desteka rejîma Îranê Çiyayê Asosê û Qendîl bombebaran dike. Di encamê de zerareke mezin gihaye gundiyên herêmê û jiyana niştecihên van herêman di metirsiyê de ye.”

 

Li dijî êrîşan bin

Di daxuyaniyê de bang li ciwanan hate kirin ku xwedî li xaka Kurdistanê derkevin û wiha bi dawî bû; “Divê ciwan li dijî van êrîşên ne exlaqî û ne mirovane rawestin, helwêsteke şoreşger li dijî van êrîşan nîşan bidin.”