Li Başûrê Kurdistanê komeke din a ciwanan ku ciwanên înternasyonalîst jî di nav de ne, doh ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin mertalên zindî, berê xwe dan Qendîlê. Her wiha Bereya Niştimanî ya Dijî Dagirkeriyê jî ku ji gelek rêxistin û saziyên Başûrê Kurdistanê pêk tê, îro li gel şandeyek KNK’ê re diçe Qendîlê.
Doh danê sibehê, komeke din ji Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, li navenda avahiya xwe ya li bajarê Silêmaniyê kom bû û ber bi Qendîlê ve bi rê ket.
Li dijî dagirkeriyê derkevin
Beriya ku bidin rê, ciwanan li ber avahiya navenda ciwanan daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamê Komelên Ciwanên Welatparêz yên Kurdistanê Wilyam Berzencî daxuyanî xwend û diyar kir ku ew li gel ciwanên înternasyonalîst diçin Qendîlê û wê li dijî dagirkeriya Tirk bibin mertalên zindî.
Her wiha Berzencî di daxuyaniyê de helwêsta hinek partiyên Kurd rexne kir û bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriyê derkevin.
Ciwanên Fransayî destekê didin
Ciwanên înternasyonalîst ên Fransayî ji bo ku destekê bidin çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê ji Parîsê hatin.
Yek ji ciwanên nav komê, Elîsa Îcha got, ew ji bo ku li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Qendîlê raweste, hatiye Kurdistanê. Îcha got, ew înternyanalîsteke Fransayî ye û wiha axivî: "Ji bo ku bi navê Qendîlê, Kurdistanê dagir bikin, ev êriş dane destpêkirin. Êrişên hovane dibine ser Qendîlê. Dewleta Tirk dixwaze hemû xak û welatê Kurdan ji wan bistîne. Ez bang li hemû alîgirên azadiyê dikim ku li dijî vê dagirkeriyê rawestin. Ez bang li her kesî dikim ku li dijî vê dagirkeriyê biçin Kurdistanê.’’
Divê Kurd li dijî faşîzmê tenê neyên hiştin
Mathîs ê înternyonalîst ê 29 salî ku ji Parîsê hatiye jî got, wî Kurd sala 2013’an dema ku sê jinên Kurd li Parîsê hatin kuştin nas kirine û ji wê demê ve dêhna xwe daye ser doza Kurdan. Mathîs got rejîma Erdogan-AKP piştî komkujiya Parîsê 2015’an li Cizîr, Sûr, Nisêbînê êriş bire ser Kurdan, û got, "Bajar hilweşandin û şewitandin. Mirov bi saxî li jêrzemînan şewitandin. Rejîma faşîst a Erdogan destpêka vê salê eriş bire ser Efrînê. Niha jî dixwaze êrişê bibe ser Başûr û Qendilê. Ez ji bo ku li dijî van êrişan rawestim û berevaniyê li Kurdan bikim ji Parîsê hatim. Ez bang li parêzvanên mafê mirovan, dij faşîst û dij dagirkeran dikim ku em nehêlin ku welatê civakekê were dagirkirin û mirov werin kuştin. Ez bang li mirovên Ewrûpa dikim: Fermo, werin em li dijî vê komkujî û dagirkeriyê rawestin. Heke hûn nikarin werin li cihê ku hûn lê ne, li dijî dagirkeriyê rawestin. Divê Kurd li dijî faşîzmê tenê neyên hiştin, tişta ku ji destê me tê, em texsîr nekin.’’
Bereya Niştimanî jî îro diçe
Bereya Niştimanî ya li dijî Dagirkeriyê ku ji gelek rêxistin û saziyên Başûrê Kurdistanê pêk tê û li dijî hewldanên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk hatiye avakirin, îro bi şandeyeke KNK’ê re wê biçe Qendîlê.
Li gorî zanyariyên ku endamên Bereya Niştimanî dane, îro bi awayekî girseyî şande wê biçe Binarê Qendîlê. Di çarçoveya bernameyê de endamên bereyê wê ji Silêmanî, Germiyan, Helepçe û Hewlêrê berê xwe bidin Qendîlê. Her wiha endam û rêveberên KNK’ê jî wê ji hemû bajaran biçin Qendîlê.
Ji 8’ê Hezîranê ve kon vedane
Hêjayî gotinê ye di 8’ê Hezîrana 2018’an de Ciwanên Welatparêz yên Kurdistanê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê çûbûn Qendîlê û weke mertalên zindî li wir mabûn. Ciwanan li Qendîlê kon vedaye û çalakiya wan hê jî dewam dike.
SILÊMANÎ