Li hemberî erîşen hezên dagirker ên li ser gele Kurd her roj bertek zêde dibin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên ji navçeya Kîfrî ya herêma Germiyanê û yên navçeya Daquqê ya Kerkûkê, li dijî êrişên dewleta Tirk yên li Bakûrê Kurdistanê, bi navê “Ciwanên fedayê azadiya gel” daxuyanî dan û gotin, “Em ê jî biçin Bakurê Kurdistanê û tevlî nava refên YPS'ê bibin."

Li navçeya Kîfrî komek ji ciwanên bi navê; "Ciwanên xwe fedayî azadiya gel” yên rûyê wan nixumandî û dest bi çek, bi merasîmeke leşkerî daxuyanî dan û gotin, "Eger bersiva dewleta Tirk li hemberî daxwaza xwerêveberiyê ya gelê me polîtîkayên komkujiyê be, em ê jî biçin Bakurê Kurdistanê û tevlî nava refên YPS'ê bibin."


‘Em ê çeteyên AKP'ê ji axa Kurdistanê bavêjin’

Ciwanan da xuyakirin ku divê Kurd li her welatên lê dijîn bi ruhê yekîtiya neteweyî li dijî êrîşên li ser Kurdan pêk tê, têbikoşin û gotin: “Me çawa bi ruhekî neteweyî çeteyên DAIŞ'ê têk birin û ji nava xaka Kurdistanê avêtin, em ê çeteyê AKP'ê yên xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê ji xaka Kurdistanê biavêjin. Bi felsefeya Rêber Apo em ê Kurdistaneke azad diyarî gelê xwe bikin."


'Êdî dema Osmaniyan derbas bûye'

Ciwanan dewleta Tirk hişyar kirin û gotin bila Erdogan û hikûmeta wî vê baş zanibin gelê Kurd êdî gelê berê nîne û gotin: “Eger Kurd li herêmekê rastî komkujiyê were, herêma din wê lê temaşe neke. Dema gelê me li Bakurê Kurdistanê bê qetilkirin, em ê nebin temaşeker. Nêrîna Neo-Osmanî wê nikaribe xwe li xaka Kurdistanê rabigire. Ji ber ku êdî dema Osmaniyan derbas bûye. Gelê Kurd îro li çar parçeyan rêxistinbûyî ye û piştgiriya hev dike."


'Xwerêveberiyê modela çareseriyê ye'

Ciwanan bal kişand ser modela xwerêveberiyê û  ragihandin, ku modela xwerêveberiyê li çar parçeyên Kurdistanê dikare pirsgirêka Kurd çareser bike.

Ciwanan diyar kirin ku ew gelê Kurd ku li Bakûrê Kurdistanê berxwedana xwerêveberiyê dimeşîne silav dikin û wiha berdewam kirin: “Di serî de li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê, dewleta Tirk bi bikaranîna zîhniyeta xwe ya faşîst re dixwaze li gelek bajarên Kurdistanê bi polîtîkayên komkujî û koçberkirinê re daxwaza statuyê ya gelê Kurd ji holê rake. Weke ciwanên ji Kîfrî em vê ji dewleta Tirk re dibêjin; eger bersiva te li daxwaza xwerêveberiyê ya gelê me polîtîkaykên komkujî û qirkirinê be, em ê jî cihê xwe di nava refên YPS'ê de bigirin û tevlî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê xwe bibin." 


“Bi ruhê bexwedana Kobanê...”

Ciwanên navçeya Daquqê ya Kerkûkê jî bi navê “Ciwanên fedayê azadiya gel” li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurda daxuayniyek dan û ragihandin ku ew amade ne li nav refên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ya li Bakûrê Kurdistanê têbikoşin. Ciwanan bang li tevahiya Kurdan kir ku li dijî qirkirina dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dike, bi ruhê bexwedana Kobanê tevli refên têkoşînê bibin.


“Li dijî AKP’ê derkeve”

Hêzên pêşmerge yên dilxwaz ên Daquqî, piştî daxuyaniya çapemeniyê axivîn û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî hikûmeta AKP’ê derkeve.

Ji van ciwanan Armanc Kurd bal kişand ser bêdengiya li pêşberî komkujiyên li Bakûr û wiha got: “Ez berxwedana ciwanên welatparêz ên li Bakurê Kurdistanê silav dikim. Komkujiyên dewleta Tirk şermezar dikim. Pêwîste hikûmeta başûrê Kurdistanê li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne û bi lezgînî bikeve nava tevgerê.”

Germiyan Daquq jî ragihand ku ew ê piştgiriyê bidin vê berxwedanê û ev tişt anî ziman: “Em li cem xwişk û birayên xwe yên li Bakûrê Kurdistanê li ber xwe didin e.”


“Tevlî YPS’ê bibin”

Karox Germiyanî jî berxwedana YPS’ê ya li hemberî komkujiyan pîroz kir û bang li ciwanên başûrî kir ku cihê xwe di nava refên berxwedanê de bigirin. Germiyanî wiha got: “Li pêş çavên tevahiya cîhanê çi jin çi jî zarok, komkujî li hemberî gelê me yê li Bakûr tê kirin. Deng ji kesî dernakeve lê gelê Kurd ber bi serketineke mezin ve diçe. Ez bang li ciwanên li Başûr dikim ku tevli nava refên YPS’ê bibin.” 


 KÎFRÎ/KERKÛK