Ciwanên Biradost û Behdînanê ji bo parastina axa Kurdistanê hêzên Xweparastinê ava kirin. Bang li ciwan û jinên Ciwan yên herêmê kirin ku beşdarî refên wan bibin û xaka xwe biparêzin.
Ciwanên herêma Biradost û Behdînanê bi armanca parastina herêmên Behdînan û Biradostê ji dagirkeriya dewleta Tirk Hêzên Xweparastina Behdînan û Biradostê ava kirin.
Ciwanan doh bi daxuyaniyekê hêza xweparastina Behdînan ragihand. Di daxuyaniyê de tê gotin, wan weke ciwanên herêma Behdînan û Biradostê di çarçoveya parastina rewa de xwe rêxistinkirine û wiha hate gotin, “Ji bo em bikarin herêma xwe ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk biparêzin, me weke ciwanên herêma Biradost û Behdînanê xwe di çarçoveya parastina rewa de birêxistin kir.”
Banga mezinkirina berxwedanê
Ciwanên hêzên xweparastinê bang li ciwan, eşîr, rewşenbîr û hemû beşên civakê kirin ku li djî êrişên dagirkeriyê xwedî helwest bin. Xelkê Biradostê baş dizane, herêma Bradostê li dijî dagirkeriyê qet serî netewandiye. Ji bo parastina xelkê Biradost û Behdînanê di çarçoveya parastina rewa de me xwe birêxistin kir, ji bo em gelê xwe ji êrişên dagirkeriyê biparêzin. Bi taybetî em bang li ciwan û jinên Ciwan dikin ku beşdarî nava refên me bibin û herêma xwe biparêzin. Em bang li birayên xwe ên pêşmerge dikin ku bi me re li dijî dagirkeriyê derkevin û axa xwe biparêzin. Bila tu rêxistin an jî partiyên siyasî bi hişmendiya xwe nirxandinê li ser me neke, ger bixwazin ji bo axa xwe tiştekî bikin bila têkoşîna me ji xwe re esas bigrin! Bi têkoşîna xwe ya bêhempa em ê êrişên dagirker yên dewleta Tirk bişkînin û gelê xwe heta dilopa xwîna xwe ya dawî biparêzin.“
Hişyarî ji bo kesên xiyanetê dikin
Hêzên xweparastinê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hevkariya PDK´ê ya bi dewleta Tirk re jî û got;”Hinek alîgirên PDK´ê her roj îstîxbaratê didin dijmin û hevkariyê bi wan re dikin. Em baş dizanin ew kesên di nava hikûmetê de bi dijmin re dixebitin kî ne, çi karî dikin û di çi astê de di nava xiyanetê de ne. Em wan hişyar dikin, dest ji xiyanetê berdin û di nava berxwedana gel de cihê xwe bigirin. Eger dest ji xiyanetê bernedin, wê hêzên me cezayên pêwîst bide wan kesan.”
Em ê xaka xwe biparêzin
Hêjayî bi bîr xistinê ye 27’ê Hezîranê Ciwanên Başûrê Kurdistanê Hêza Xweparastinê ya Başûr ragihandibûn û diyar kiribûn ku ew ê li herêmên nakokî li ser hene, weke Kerkûkê û li çiyayên Kurdistanê li dijî her cûre dagirkerî û êrişên ser Kurdistanê û gelê Kurdistanê biparêzin. Piştî ragihandina wê hêzê doh yekîneyên Hêzên Xweparastinê yên herêma Behdînan û Biradostê jî hatin ragihandin.
BIRADOST