Rêxistinê bang li hemû hikûmetên cîhanê kirin ku pêşekî bidin mijara îstîhdamê, ji bo ciwanan bernameyên perwerdehiyê amade bikin û baca ji şîrketên taybet ên ku kar didin ciwanan tê wergirtin kêm bikin.
Rêrxistinê ragihandin ku li gelemperiya cîhanê ji sedî 13’yê ciwanan bê kar in û diyar kir ku ew ne li bendê ne ku ev rewş heta du salên din jî sererast bibe. ILO’yê di rapora nîsanê de weşan de, bal kişandibû ku îstîhdama gerdûnî gumanan bi xwe re tîne û diyar kiribû ku ew ne li bendê ne ku di demek nêzîk de pêşketinek çêbibe. Rêxistinê ILO bal kişand ku pêşîlêgirtinên bi navê şidandina kemberê, bi taybet li welatên pêşketî rê li ber afirandina îstîhdamê digire.
Di raporê de tê gotin ku li welatên pêşketî ji sedî 40’ê kesên li kar digerin, zêdetirê salek e bê kar in û ev ye jî nîşan dide ku dema peydikirina kar pir dirêj bûye.
ANF/AMSTERDAM