Akadimiya Şehîd Xebat a Yekîneyên Parastina Gel a şervanên ereb beriya meha berçile ya 2015‘an bi navê ” Şehîd Baran Dêr El-Zor” dewreyeke perwerde dabû destpêkirin, dewreya li bajaroka Til Koçer a girêdayî Girkê Legê hate lidarxistin, tê de 52 şervan ji pêkhateyên ereb beşdar bibûn.

Bi armanca qedandima dewreyê merasîmeke hate lidarxistin, di merasîmê de malbatên şervanan û bi deham welatiyên herêmê beşdar bibûn. Merasîm bi bi rêzgirtinê û toraneke leşkerî destpê kir, rêveberê akadimiyê Mistefa Cizîrê axaftina destpê kir û bidawîkirina perwerdeyê pîroz kir û got :” bi rihê hevaltî, û biratiyê, divê hûn xwedî li axa xwe derkevin, di nava QSD‘ê de cih bigirin li hemberî êrîşên terora faşist û ji bo jiyana hevbeş têkoşînê bikin.”

Di dewreya perwerdeyê de waneyên li ser girîngiya perwerdeyê, rêziknameya YPG‘ê, exlaq û perwerde, dîroka Kurdistanê, dîroka jinê, welatparêzî, şerê taybet, netewa demokratîk, her wiha  waneyê leşkerî li ser hemû cuyerên çekan, parastin, çêkirina kemînan û xweparastin, hatin dîtin. Di dawiya merasîmê de şervana soz dan. 


 ANHA/GIRKÊ LEGÊ