Piştî ku li gelek deverên Kurdistanê leşkerên dewleta tirk bi awayekî hovane „şehîdgehên“ gerîlayan bombebaran kirin, gelê kurd ji bo pêşiyê li van êrîşan bigire berê xwe da „şehîdgehan“. !Şehîdgeha Ş. Cûma û Ş. Binefş“ a li çiyayê Cûdî jî di 21’ê mehê de rastî êrîşê hatibû û li ser vê yekê gel berê xwe da „şehîdgehê“ û bû mertalên zindî. Ciwanên Êzîdî jî ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne û li Şirnex bi cih bûne, li hember êrîşên dewleta tirk bê deng neman û ji bo parastina şehîdgeha li Cûdî tevlî çalakiya mertalên zindî bûn. 



‘Divê ciwan li axa xwe xwedî derkevin’

Ciwanê Êzîdî yê bi navê Şêrzad Salih diyar kir ku ew jî weke ciwanek kurd ji bo parastina „şehîdgehan“ hatiye Çiyayê Cûdî û axaftina xwe wiha berdewam kir: „Ji bo me tu cudahiya tu devera axa Kurdistanê tuneye. Li bakûr be, başûr be an jî li rojhilat û rojava be divê her ciwanê kurd li axa xwe xwedî derkeve.“

Salih bi lêv kir ku ew dê heya dawiyê ji bo parastina şehîdgehan li ber xwe bidin û axafitna xwe wiha domand: „Dewlet bi tank û topên xwe jî bi ser me de were heya dawiya dilopa xwîna xwe em dê vê derê biparêzin.“Salih herî dawî got ku di tu baweriyê de ev êrîşên tên kirin tune ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: „Êzîdî be, Misilman be, Cihû be di tu baweriyan de cihê van êrîşan tune ye. Ev êrîş şaş in û em jî dê li hember vê yekê li ber xwe bidin.“Ciwanê Êzîdî yê bi navê Farûk Celal jî got ku weke ciwanek kurd li ku derê be ew dê axa xwe biparêzin.  basî lîga 2’yemîn bibin.“  


 ŞIRNEX