Axaftina vekirinê ya 4'emîn Konferansa Komalên Ciwan ji aliyê Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan a Mexmûr Xeyrî Garzan ve hate kirin. Garzan, ku bal kişand ser armanca lidarxistina konferansê wiha got: "Lidarxistina 4'emîn Konferansa Komalên Ciwan a Mexmûr, di din sîwana Komalên Ciwan de tê wateya vegera ruhê PKK'ê yê ciwan pêşengiya wê dikin. Û bi vî awayî wê konferans watedar bibe. Di destpêka vê têkoşînê de li zîndanan bi berxwedana Mazlum, Ferhad, Kemal, Xeyrî, Stêrka Ciwan Elî Çîçek; li çiyayên Kurdistan di Fermandariya Fermandarê Mezin Egîd, li bajarên Kurdistan bi Bêrîvanan ev têkoşîn di asta pêş de bi rê ve çû. Lewma wek ciwanên Kurdistan wek ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem di pêvajoyeke wiha de lidarxistina konferansê li ser esasên pîvan û rêgezên ku wan hevalên me pêş xistin, nîqaş, nirxandin pêşxistin û biryar wergirtin; di heman demê de xwe li ber çavan re derbas kirin û di pratîkê de nîşandana wê, dê konferansa me watedar bike. Em li ser vî esasî vê konferansê li dar dixin."

Kê pêşengiya şoreşê kir?

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Xeyrî Garzan di heman demê de ku li ser pêvajoyê nirxandinên girîng kirin axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Eger Tevgera Azadiya Kurdistan merheleya serketinê dabe destpêkirin, li Rojavayê Kurdistan şoreş pêk hatibe, li bakurê Kurdistan berhem û destketiyên mezin hatibin bidestxistin, kê pêşengî jêre kiriye? Bêguman ciwanan kiriye. Ji niha û şûnde jî ji bo garantîkirin û misogerkirina şoreş û destketiyan rola mezin dikeve ser milê ciwanan. Û li ser vî esasî em gihiştin wê biryarê ku em 4'emîn Konferansa Komalên Ciwan a Wargehê li dar bixin."
Piştî axaftina Xeyrî Garzan 3 kes ji bo dîwana birêvebirina konferansê hatin hilbijartin. Rapor û belge hatin xwendin. Konferans bi nîqaş û nirxandinên siyasî û rêxistinî berdewam dike. 

DÎHA/MEXMÛR