Pirtûka Hecî Nehsan a helbestan a bi navê “ciweyna” ji hêla Weşanên Aryen ve hate çap kirin. Nivîskarê ku ev 21 sal in girtî ye û 6 berhemên wî hatine çap kirin, di helbesta “ji hundir” de wiha dibêje: “gelo li derve ew destên germ nemane? / hibr westiyaye / silavan xwe kuştiye? / çima nameyên min wisa li bersivên xwe digerin."

Roj Agir edîtoriya berhemê kiriye. Pirtûk ji 63 rûpelan û 51 helbestî pêk tê û wêneyê bergê ji hêla wênesaz Luqman Ahmed ve hatiye xêz kirin. Pirtûk li gelek pirtûkxaneyan hatiye belav kirin û li ser înternetê jî tê peydekirin.

Nivîskar ji Kobanê ye û di helbesteke xwe de ji bo bîranîna bavê xwe dibêje: “di solên bavê min ên di şêmûga çûyinê de / xatirxwestinên qetiyayî bêhn dida / di heqîba hespê wî de silav û lomeyên bêfitwe ziwa bûbûn / û  kelogirîna diya min a li keviya çîrokên wî welatî di destê xwe de diguvaşt…”

  

‘Dinya li ser qiloçê derewan ma’

Di helbesta ku navê xwe daye pirtûkê “ciweyna” de, Hecî Nehsan wiha dibêje: “min metelok ji te veşartin / min kilîda destanan di bin çengê demê de veşart / min di çavên te de pirsên qedexe kuştin / min navê te ji çivîkan pirsî / navnîşana hiznê pêşkêşî min kirin… / bavekî ji nav lêvên şevê bajarek terk kir / hespek ji destanekê difilitî / çîrvanok rijiyan… / tu efsûn neman li keviya dinyayê / çîroka ga û gamêşan jî qediya / dinya li ser qiloçê derewan ma / li paş derî û deryayan xweda pev çûn / ciweyna / here ciyê ku ev wate lê nîn in / ez navê te jî didim te / û hêviyên dest lê nedayî / ev nav li vir nejiya ciweyna / ne min got / ne te bihîst…”

  

Helbestvanê ciweynayê

Hecî Nehsan sala 1974’an li gundê Korikê yê ser bi Kobanê ji dayik bûye. Ji zarokatiya xwe ve bi wêjeyê re mijûl e. Ceribandin û helbestên wî di kovarên weke Çirûsk, Hawara Botan, Golik, Roza, W, Tîroj û gelekên din de hatine weşandin. 21 sal e ji doza siyasî di girtîgehê de ye. Niha li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ragirtî ye.  


MA / AMED