DILPAK DAG / ARJÎN NEWROZ / ANF / BEHDÎNAN
Yek ji gerîlayê HPG’ê Delîl Tolhildan sala 1995’an li Bakurê Sûriyê li Hesekê ji dayik dibe. Tolhildan beriya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê di nav xebatên çand û huner de cih digire, ji 2014’an û vir ve li çiyayên Kurdistanê hem gerîla ye û di heman demê de jî doktoriyê dike.
Gerîla Tolhildan dibêje, “Malbata min ne welatparêz bû. Hevalên min ên dibistanê bi huner û çandê dilebikîn, resm çêdikirin. Ez jî di 11 saliya xwe de tevlî xebatên çand û huner bûm. Piştre hêdî hêdî hişmendiyek çêbû, vê kir ku ez hez ji xebatê bikim û pê ve werim girêdan. Malbata min li dijî vê bû, ji bo vê jî min ji wan vedişart.”
Huner û şoreş di nav hev de
Delîl Tolhildan dibêje, piştî Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê meyla wî ya li ser çand û huner zêdetir bûye û di vê mijarê de hewcehiyên mezintir derketine holê: “Ji destpêka şoreşê ve çand û huner pirr bipêş ket. Qada wê ya bandorkirinê berfireh bû. Derfetên perwerdehiyê zêde bûn. Bi vê derfet çêbûn ku çanda Kurdan baştir nas bikim. Di van xebatan de herî pir min hez dikir resman çêbikim. Jixwe, bi çêkirina resman min dest bi xebatên çand û huner kir.”
Gerîlayê HPG’ê Delîl Tolhildan behsa girîngiya xebatên huner kir û got, “Hevrêyên pirr hêja hebûn. Gelek keda Heval Delîl, heval Evdilsemet, Brûsk Hesekê di vê xebatê de heye. Herî pirr hevrêyê ku bandor li min kirî Şehîd Delîl bû. Li sazê û gîtarê dixist, li gel vê, dengê wî jî zehfî xweş bû. Bi moral û kelecana xwe hemû derdora xwe dilxweş dikir. Ji ber keda wî min navê wî li xwe kir. ”
PKK girîngiyê dide çand û huner
Delîl Tolhildan dibêje, bi naskirina çana xwe wî sala 2014’an biryara tevlîbûna nav refên gerîla daye û wiha dipeyive: “Cara pêşî dema ku hatim çiyê, ji min we ye ku derfet tine ku xebatên çand û hunerî werin xurtkirin. Ji min we ye ku jiyana gerîla tenê çek e, lê dema ku hevalan gîtar ji min re anî, ji bo resman kaxez û qelem ji min re anîn, min fêhm kir ku PKK gelek girîngiyê dide xebatên çand û huner. PKK dixwaze civaka azad ava bike, dixwaze bi pêgirîbûna bi çand, huner, rêz û rêçikan dixwaze civakê ava bike.”
Xwedîderketina mîrasa şehîdan
Gerîla Delîl Tolhildan dibêje, xeyala wî ya mezin ew e ku xebatên hevalên xwe yên şehîd, pêk bîne: “Ez dixwazim li nirxên ku Hozan Mizgîn, Hozan Dilovan, Şehîd Sefkan ava kirine xwedî derkevim û bi pêş ve bibim. Ev ne tenê daxwazek e, her wiha peywira min e jî.”
Delîl Tolhildan li nav hemû dijwariya şer, li Zapê doktoriyê dike. Ew herî dawî dibêje, “Her gerîla bi xebata xwe ya bi dilxwazî û dildarî, û li gel vê bi têkoşîna xwe xeyala xwe pêk tîne. Çiya qonaxeke girîng e. Ne tenê Kurd hemû civakên ku li azadiyê digerin li van çiyayan dikarin xeyalên xwe pêk bînin.”