Bi konsepta şer a AKP’ê re xweşîkbûnên xwezayî jî bi hinceta „ewlehiyê“ hatin qedexekirin. Li Colemêrgê, zozanê Mêrgan a ku çiyayên Cîlo-Satê jî di nav de ye çiya û zozan hatin qedexekirin û li deverên din welatî hewl didin sewalkariyê bikin. Bi pêvajoya çareseriyê ve herêmên ku ji bo turîzmê hatibûn vekirin jî ji turîzmê re hate girtin. Ji ber qedexeya parkûra xwezayî di warê aborî de bandoreke neyînî li ser gelê herêmê dike. Çiyager û werzîşvanê xwezayê yên ku nikarin derkevin çiya hesreta xwe ya ji bo çiya li geliyan hewl didin derbas bikin. 



Meş organîze kirin


Çiyagerên ku beriya du hefteyan a qedexeyê derketin çiya piştî qedexeyan ji ber ku nikarin derkevin çiya bi gazinc in. Çiyager ji ber ku piranî çiyayên Colemêrgê qedexe ne nikarin biçin çiya, li herêmên ku qedexe nîne meş organîze kirin. Çiyagerên ku ji gundê Dêzê ya bi ser navenda Colemêrgê derketin heta herêma Gilezoyê ve meşiyan. 


Serokê Kluba Çiyageriyê ya Cîlo û Nûnerê Çiyageriya Zîrveyê Haci Tansu xwest qedexeya li herêmê bê rakirin û xwestin çiyayê Cîloyê ji bo çiyageran bê vekirin.Tansu wiha got: „Çiyayên Colemêrgê, çiyayên herî xweşik ê welatê me ye. Lê ji ber ku qedexe ye em nikarin biçin çiyayê Cîlo û çiyayên din. Em niha diçin cihên ku ne qedexe ne. Em dixwazin qedexeyên li çiyayên me bê rakirin. Bila çiyager bên vê derê. Li vir kamp ava bikin.“


Tansu da zanîn ku li herêmê çûne gelek cihan lê ji ber qedexeyan niha ji van xwişbûnan mehrum mane, dixwazin operasyon bên rawestandin û herêm ji bo jiyana sivîl bê vekirin. 
Tansu destnîşan kir ku ji bo ku herêm careke din pêş bikeve ev yek jî bi aştiyeke mayîn de pêk tê, ji bo aştiyê gavên wisa girîng in.  


 COLEMÊRG