Parêzvanên mafên jinan ên femînîst ên ji welatên cuda yên dinyayê, zanyar û aktîvîstan destnîşan kirin ku parastina Şoreşa Rojava ji bo paşeroja herêmê û mirovahiyê girîng e.

Jinan xwe weke çiyayên Kurdan bi nav kir û gotin: Êrişên li dijî Rojava êrişên li dijî azadiya jinê yên tevahiya dinyayê ne û bi tevgera Rojava re derketiye holê ku êdî dinyayeke din pêkan e.

Jinên têkoşer ên li DYE, Macaristan, Hirvatistan û Brîtanyayê ragihandin ku ew bi şoreşa Rojava re ne û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk mehkûm kirin ku di 9’ê Cotmehê de dest pê kirin. Jinan destnîşan kir ku êriş di heman demê de li dijî azadiya jinê ye û gotin, berxwedana jinê ya li Rojava ji bo jinên li dinyayê hemûyan çavkaniya sûdwergirtinê ye.

Zsofîa Adam, Rahîla Gûpta, Anîta Lûnîc, Dr. Johanna Riha û Janet Bîehl axivîn.

Aktîvîsta ji Bûdapeşteyê Zsofîa Adam got, “Em çiyayên Kurdan e” û diyar kir, “Dema ku mirov ji aliyekî din ve li mijarê binere, hingê dikare bêje ku Kurd û Rojava çiyayên me hemûyane. Rojava paşeroja me ye. Li Macaristanê dema ku em piştevaniya xwe nîşan didin em ne tenê li ber qirkirina gelên li Rojava radibin, di heman demê de em vîzyoneke sîstemeke wekheviya civakî û ekolojîk jî diparêzin.”

Dinyayeke cuda pêkan e

Nivîskar, rojnamevan û aktîvîsta mafê jinan a ji Londonê Rahîla Gûpta bi bîr xist, ku di sala 2016’an de wê serdana Rojava kiriye û got, “Dema ku min dît di nava şert û mercên bêrehm de di nava têkoşîna dijî DAÎŞ‘ê de li pişt eniyê şoreşeke jinê şîn dibe, hingî min hewl da ji vê şoreşê re bibim alîkar. Bi Rojava me dît ku dinyayeke cuda pêkane. Berpirsyariya me ya siyasî ye ku em nehêlin tecrûbeya Rojava bi dawî bibe. Hêvî dikim ku paşeroja Kurdan misoger be.”

Divê em bibin çiyayên Kurdan

Felsefevan Anîta Lûnîc a ji Zanîngeha Splît a Hirvatîstanê jî got, “Divê em hewl bidin ku bibin çiyayên wan ên ku wan diparêzin. Ji ber ku nirxên me temsîl dikin. Eger niha em li dijî dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê xwe bilind nekin, em ê li deverekê bi cih bibin ku jiyana mirovî û nirxên mafên mirovan bi rengekî kêfî tên binpêkirin. Hêvî dikim ku em ê nehêlin ku ev yek pêk were.

Divê em bibin çiyayên wan ku ev yek me hemûyan eleqedar dike. Divê em li pêşberî gelê Kurd û her kesê bi wan re li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan û ji bo avakirina herêmê tevgeriyan bi hurmet tevbigerin. Divê em hewl bidin ku bibin çiyayên wan, ji ber ku ew ji bo me hêvî ne.”

Êriş li dijî paşeroja me hemûyan e

Dr. Johanna Riha epidemiolog û ji Zanîngeha Cambrîdgeyê ragihand ku kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî mirovahiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandoreke giran li jiyana aştiyane ya herêmê kiriye, bi sed hezaran kes neçar man koç bikin û li dijî mafê mirovan bû sedema hovîtiyekê.

Projeya azadiya jinê û demokrasiyê ya li Rojava li dijî tîrantiya li dinyayê û şeran e, her tim alternatîfeke radîkal pêşkêş dike. Êrişa li dijî projeya xwerêvebirinê ya gelê Kurd di rastiyê de êrişa li dijî paşeroja me hemûyane.”

Divê em malavahiya wan bikin

Nivîskar, edîtor û hunermenda grafîkê ya ji Bûrlîngton a DYE’yê Janet Bîehl jî got, “Ya ku bi serê Kurdan, Ereban û Xiristiyanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bêedaletiyeke dîrokî ya mezin û felaketek e. Tiştekî ku vê yekê heq bikin nekirin. Berevajî, QSD di şerê koalîsyona bi pêşengiya DYE’yê de ya li dijî DAÎŞ‘ê hevalbendê herî baş bû. Şervanên QSD’ê ne tenê bi bandor bûn, her wiha bi wêrekî û bi rûmet û bi serbilindî şer kirin. Mafê wan e ku dinya hemû malavahiya wan bike.”

 

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN