Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku berxwedana gel li dijî êrîşên hêzên dewletê kete roja 34’emîn. Hêzên dewletê vê carê jî topên hewanê avêtin malekî. Li taxa Şahê di encama hewanê de 3 jê giran 6 kes birîndar bûn. Birînadr bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ji birîndaran welatiyê bi navê Velî Mujde (38) û zaroka bi navê Buşra Akalin jiyana xwe ji dest da. Îbrahîm Ozdemîr û Suheyl Sabir ên ku rewşa wan giran e jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Piştî êrîşê gel li kolanan kom bûn û li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan dan.
Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin
Li Sêrtê polîsan bi şev bi ser maleke girtin û 2 kes qetilkirin. Li Sêrtê polîsan bi şev bi ser maleke li qada Şeyh Mahmut de girtin. Di serdegirtinê de polîsan çek bi kar anîn û 2 kesên li malê qetil kirin. Hate hinbûn ku ne tenê qad hemû tax ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û li ser taxê waseyîtên bêmirov firiyane. Dem bi dem dengê çekan li taxê tê lê agahiyeke berfireh nehat wergirtin.
Li Silopiyê definkirina korsan didome
Cenazeyên welatiyê bi navê Omer Maslum û Îslam Atak jî bi awayek korsanî hatin veşartin.
Cenazeyê welatiyên di êrîşên komkujiyê yên li Silopiya Şirnexê hatine qetilkirin de bi awayek korsanî tên definkirin. Herî dawî cenazeyê Omer Maslum (70) ku li ser nimêjê hatibû qetilkirin û Îslam Atak (20) ê bi 3 jinên siyasetmedar ên kurd re hate qetilkirin, di seatên sibê de hatin definkirin. Hêzên dewletê yên ji her malbatê gazî kesekê kir, cenazeyên revandin, li Goristana Taxa Yenîşehîrê veşartin.
ŞIRNEX/SÊRT