Gelê Cizîrê ji bo 16 şehîden xwe yê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin, oxir bikin bi nêzî 100 hezar kes ber bi Qada Newrozê ve herikîn. 

Li Cizîrê ji bo merasîman cenazeyê 16 welatiyên di êrîşên polîsan de hatin qetilkirin nêzî 100 hezar kesî kom bû. Ligel gel welatiyên Cizîrê, ji bajar û navçeyên derdorê jî ji bo tevlîbûna merasîma cenazeyan li navçeyê kom bûn.

Ji ber terora dewletê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê pêk anî heya niha di nav de zarok jî 21 kesan jiyana xwe ji dest da û ji bo 16 kesan merasîma cenaze hat lidarxistin û merasîmê dest pê kir. Ji kesên hatin qetilkirin 5 kes di dema bûyeran de hatin definkirin û cenazeyên din ên otopsiyên wan berê hatin kirin ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dihatin sekinandin û cenazeyên din ên otopsiyên wan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin kirin ên anîn Cizîrê yên Mehmet Emîn Levent (21), Saît Çagdavul (19), Muhammed Tahir Yaramış (35 rojî), Cemile Çağırga (13), Osman Çağlı (18), Meryem Süre (53), Özgür Taşkın (20), Seyit Eşref Erdin (60), Zeynep Taşkın (18), Maşallah Edin (35), Sayit Nayici (17), Selman Ağar (10), Bünyamin İrci (15), Mehmet Dikmen (70), Mehmet Erdoğan (75) û Mehmet Emin Açık (70) bi konvoyê anîn taxa Konakê û konvoya cenazeyan li ser riya Şirnex, Silopî û Cizîrê ji aliyê 100 hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.


Gel ber bi Cizîrê herikî

Ji bo merasîma cenazeyan ligel gelê Cizîrê, gelê bajar û navçeyên derdorê jî bi hezaran kes hatin navçeyê. Piştî karwanê cenazeyan ê ku wêneyên kesên qetilkirî li ser bû û alên kesk, sor û zer li wan hatin pêçan, zêmarên malbat û welatiyên bilind bûn. Girseyê ligel tîlîlî û çepikan dirûşemeya “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” berz kir. 

Piştî pêşwazîkirina karwanê cenazeyan bi deh hezaran kes li pişt wesayîtên cenazeyan li ser Kolana Yafesê ber bi navçeyê ve dest bi meşê kirin. Piştî ku girse gihişte Qada Newrozê ya li taxa Surê merasîma cenazeyan dest pê kir. 

Dema ku nûçeya me dihat amadekirin hîna cenaze nehatibûn defin kirin, lê belê piştî merasîma cenazeyan çav li rê bû ku cenaze li Şehîdgeha Bêrîvan a li Goristana Esrî ya Cizîrê bên definkirin.


 DÎHA/ŞIRNEX