21 yek salan ji welatê xwe dûr dimîne. Di nava 21 yek salan de gelek tişt tên jiyîn, tên dîtin û govan kirin. Leyla Îmret bi rawestanî ya xwe ya humanîst, li hemberî xerîbiyê hewla xwe da û ber bi bêrîkirinên xwe yên 21 salin ve hat. Piştî 17 salan ji Elamanya vegeriya welat. Bi ciwanî ya xwe li cihê bav û kalê xwe rabû li ser piya û cara yekem li Cizîra Botan bû namzed, namzedek jin. Dibêje, ’’Ez evîndarim, evîndarê welatê xwe me. Ne Alamanya ye, Cizîre welatê min’’. Me li ser jiyan û namzetbûnê ji Leyla Îmret pirsî û ew jî bersiv da pirsên me.


Leyla Îmret kî ye?

Ez Leyla Îmret di sala 1987’an de li Cizîra Botan ji dayikbûme. Piştî 91’an, yanî piştî şehadeta bavê min, bi zordariya dijmin em koçberî Mêrsîn’ê bûn. Li Mêrsînê ez nêzî 5 salan mam û ji wir jî tenê min koçî Elmanyayê kir. Di vî çaxî de ez 8 salî bûm. Min perwerdeya xwe li Elmanya dît û min beşa Gihiştina Zarokan li wir qedand. Piştî 13 salan ez cara yekem hatime welatê xwe, cihê bav û kalê xwe. Min bi hatina xwe dayîka xwe, xweşk û birayê xwe jî dît. Bi çûyîna min ya Elmanyayê ev 13 salbûn min malbata xwe nedîtibû. Dema min malbat û mirovên xwe, axa welatê xwe dît wez gelekî hestiyarbûm. Ez 5 salîbûm min bavê xwe winda kir, di 8 salî ya xwe de jî ez ji dayika xwe û xwişk û birayên xwe dûrketim.
 
Jiyana xerîbiyê çawa ye?

Xerîbî zehmete, xerîbiya zaroktahiyê ji xwe nayê ziman. Di neqaba 13 salan de ez çikasî zarokbam jî, bi sedema koçberî min û malbat a min; zilm û neyarî ya li ser me kirin min dewleta Tirkî sûcdar ditît, min neyar ditît. Ji ber ku ev bandora li ser min hatiye kirin bi destê dewlata Tirk hatiye kirîn. Ev rewş hingî li min giran dihat carîna min qet ne dixwast werime welat, wisa nefrînek li min dabû çêkirin. Lê mirov miştelî yên daristana xwe ye û li daristana xwe şax vedide. Ez hatim welat, min dayîka xwe û germahiya welatê xwe dît, ez bûm şahidê tekoşîna gelê xwe û min nexwast careke din wegerim welatê xerîb Elmanyayê. Di 2013’an de min bi vebirî biryara li welêt mayînê da. Li Elmanyayê ez ji çanda xwe ne dûr dijiyam, jixwe min di nav xebatên çandê de cîh digirt. Di serî de xwesteka min dîsa kedkarî ya çandê bû. Hetta min ji dayîka xwe re got ‘’ Ez dixwazim di kar ê çand û hûnerê de bixebitim. Biryara min a yekem ev bû. Lê tu caran ez jî siyasetê jî ne dûr bûm. Tiştên kû min di zaroktahî ya xwe da dîtî û jiyan kirî min bi teybetî siyasetê ve girêdida têkildar dikir.  Axirî, ez piştî 21 salan vegeriyam welatê xwe, cihê bav û kalê xwe, bi vê serbilindim û niha namzeta Cizîra Botan a hilbijartina 2014’a me.

Te li Cizîra Botan çi dît?

Mixabin milê zayendî ve Cizira Botan bajarekî yê mêr xwiya dike, lê ez nermahiya dilê mêr, zilamên welat jî dibînim. Ji bo jiyîna wekheviyê amadene û amadene ku xwe bigûherînin. Ez di vir de pir bi hevî me. Lê Cizîra Botan bajarekî ne hêsane, ne erzane. Cizîrê cihekî pirr dîrokî û xwedî stratejîke. Leyistkên sisteman û berjewandiyên hikûmetan li ser bajêr gelekî hene. Ji ber vê bandorê gelê Cizîrê jî gelek berdel dane; mixabin windakirinên wê, şehîdên wê, ên ku bi êşkenceyan nesax, nexweş mayîn bêhejmarin. Sîstemê brînek xistiye nava her malî û malbatiyan jî li hemberî vê zilmê her tekoşîn daye. Sedemên tekoşîna gel ji bo mafê însanî ye û aramî, aşitî û azadiyê dixwaze. Min doz bi bavê xwe naskir, bi vê naskirinê ez ketim di nava tekoşînê da jî. Mînaka min ya gelek nêzik jiyana min û ya malbata min e. Ez û malbata min parçeyek ya vî welatî ya Cizîra Botanin, ji ber vê yeke dûrketin a 21 salan bi kurtasî bêrîkirin di dilê min û malbata min de hişt.

Bernamzetî çawa çê bû?

Ya rastî bi hatina min ya welêt ev raman li cem min tûnebû. Ez ne ji ber sedema namzetiyê wegeriyan welat. Wekî ku min di serî da jî anî ziman sedema hatina min bêrîkirina welatê min û malbata min bû. Dem dema mijara hilbijartinê bû û min jî xwe bi nişkê ve di navde dît. Biryara bernamzetiyê yekem min da. Min xwe ji bo vê biryarê û gavê amade ditît. Paşê min ji dayîka xwe re ev biyar parvekir û çikasî di serî da dayîka min nerm nêzik bibe jî dema ez bibîryar dîtim ew jî bû alîkar û xêrdar dît. Wekî hemû endaman min jî mal bi mal, kolan bi kolan xwe da nasîn û xebatên xwe yên di aliyên hilbijartinê de geş kir. Lê ez pir hêstiyar bûm, ji ber ku min ne dizanîbû ku ezê demekî wisa kin de xwe baş bidim nasîn û gelê Cizîra Botan ê min hembêz bike bi dilgermahiya xwe. Cizîra Botan li cem min gellekî teybet û girînge, cihê vî bajarî di dilê min de cihekî cûda da ye.

Çi projeyên te hene?

Belê, ji bo derekî wisa wekî Cizîra Botan ez dikarim bibêjim projeyên bi teqez avabibin hêjmar pirin. Lê ti tişt wisa bi hêsanî nayê guherandin, nayê ava kirin. Lê sihûda me Cizîriyan di vir de başe. Ji ber ku ez kesên li vî welatî hemû welatperwer û birêxistîne. Min bi salan li Avropa jiyan kir, jiyana wir û rewşa wir ez nikarim li Cizîrê berhevbidim, lê wez berhewdanê wirdetir dixwazim. Li aliyê karên şaredaiyê da xizmet ji xwe pêwiste û gerek kêmasî têde nîn be. Di aliyê gelê vî bajarî da pirr xwestekên min ên ku ez bidim jiyîn hene. Bi teybetî li ser jinê, rewş û jiyan a jinê ezê tiştên balkêş bikim. Wekî mînak di her taxî da dernekên jinê wê hebe. Derekî wekî Cizîra Botan, derekî wisa xwedî çand û hûner da ez û gelê me li ser vê dewlemendiyê emê bi hevre bisekinin û bibin mînak.

Pêvajoyê çawa dibînî?

Gelê Kurd gelekî xesret û daxwazê aşitiyê ye. Birêz Ocalan jî di vê ramanê da, di vê xwestekê de ye ku vê pêvajoyê dide meşandin tevlî ewqas astengiyên tê de ye jî. Hê gavên girîng ji aliyê hikûmetê ve nehatine avêtin. Li milê Brêz Ocalan û gelê Kurd ev kifş û zelal tê meşandin lê hukûmet wisa nameşe. Ev hilbijartina 30 Adarê wê ji gelê Kurd û azadîxwestan re bibe refenrandûm. Bi vê referandûmê jî vê aşitî û azadî bê mîsogerkirin.
 


YAŞAR AKSU/ŞİRNEX