
Berxedana li CIzîrê di roja xwe ya 10. de didiome. Li navçeya ku zêdeyî hefteyeke derketina derve hatiye qedexekirin û herî kêm 22 kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin. Doh jî gaav wesayîteke polêsan xwest bikeve taxê Nûrê teqînek rû da û di teqînê de li gorî ahagiyên dawî 5 polêsê Tirk mirin.
Her wiha sazî û partiyên Kurdîstani ragihandin ku divê herkesên ku xwedî wijdan û welatparêz rabin ser piyan û li pişta berxwedana Cizîrê bisekinin.
KONGRA-GEL: Kobanê çi be, Cizîr jî ew e
Hevserokatiya KONGRA GEL der barê komkujî û berxwedana gel a li Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya xwe de got: “Çawa ku Kobanê bû cihê DAIŞ lê têk çû, Cizîr jî wê bibe heman cihê polîtîkayên şerê qirêj ê AKP’ê lê têk biçe.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “ Têkoşîna azadiyê li Botanê bilind bû. Ji ber vê yekê berxwedana gelê Botanê di nava dîroka têkoşîna me de xwedî cihekî taybet e. Di vê qonaxa têkoşîna me ya bi armanca azadiya Rêberê me û gelê me hat meşandin de, serketina berxwedana gelê Cizîrê, wê rêveçûna pêvajoya em tê de ne diyar bike. Yanî Cizîr ne tenê Cizîr e. Kobanê çi be, Cizîr jî ew e. Ji ber vê yekê ye, dewleta AKP’ê ev neh roj in tevî qedexeya derketina derve bi hemû rêbazên li dijî mirovahiyê hewl dide vîna gelê Cizîrê bişikîne.”
Di daxuyaniyê de ev bang li gelan û raya giştî hat kirin: “Divê hemû parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan. Gelê Başur, Rojava û Rojhilat pêwîste di vê pêvajoyê de bi taybetî bi çalakiyên girseyî destekê bidin Bakur. Li ser bingeha ferzkirina çareseriyê li Bakur û xwedîderketina li berxwedana gelê Cizîrê, divê îlanên xwerêveberiyê li her cihî bidome. Pêwîste her der bibe Cizîr. Li metropolên Tirkiyeyê jî li hemberî şerê qirêj ê AKP’ê divê eniyeke xurt a aştî û demokrasiyê were avakirin û di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de polîtîkayên Erdogan û AKP’ê werin teşhîrkirin.”
PAJK: Divê Kurd li her derê jiyanê bisekînin
Koordînasyona Partiya Azadiya Jin a Kurdistan (PAJK) derbarê berxwedana li Cizîrê pêktê de got: “Cizîr ne bi tenê ye. Cizîr Kurdistan hemû ye, Tirkiye hemû e, Rojhilata Navîn hemû ye. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, wê li dijî êrîşên komkujiyê yên dewleta Tirk a faşîst ku îro li Cizîrê dike, sibe wê li bajarekî din bike, rabe ser piyan. Rojeva me bi tenê mezinkirina berxwedanê û xwedîderketin e. Divê Kurd li her cihê lê ne, jiyanê bisekinînin. Pêwîste gelê me yê li Ewropayê rabe ser piyan. Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê divê hesabê komkujiyê bi radîkal bipirse. Divê gelê me yê li Rojava tedbîrên xwe yên xweparastinê werbigire û di asta herî bilind de piştgiriyê bide Bakurê Kurdistanê. Pêwîste tevahiya ciwanên Kurdistanê rahêjin çekan. Tevlî nava hêzên parastinê bibin.”
PAJK’ê di daxuyaniya we de destnîşan kir ku Cizîr rûmeta gelên Tirkiyeyê ye û wijdan û rûmeta mirovahiya xwedî li Kobanê derketiye ye.
Cizîr di nava xeleka agir de ye
Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) di daxuyaniya xwe ya bi serenavê “Cizîr di nava xeleka agir de ye” de bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk a bi rojane li gelê Cizîrê dike û diyar kri ku ew bi tirs û fikar in, dewleta Tirk li Cizîrê komkujiyeke mezin kiriye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku weke civaka Êzîdî ew Erdogan û rêveberiya wî baş nas dikin û çeteyên DAIŞ‘ê yên ji aliyê rejîma Erdogan ve hatin perwerdekirin û biçekkirin. Her wiha li Şengalê keçên Kurd revandin, li bazarên rûreşiyê firotin û bi hezaran ji wan bi saxî xistin binê axê.
Meclîsê bang li hemû rewşenbîr, demokrat, hunermend, saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê kir ku di vê roja xetere de biçin Cizîrê û li dijî kuştin û komkujiyan derkevin.
MUB: Divê mirovahî piştgiriyê bide gelê Cizîrê
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB)’ê li dijî komkujiya li Cizîrê bang li DYA, YE û derdorên demokratîk kir. MUB di daxuyaniyê de destnîşan kir ku gelê Cizîrê ji 4’ê Îlona 2015’an û vir ve ji bo rûmeta mirovahiyê binpê neke li dijî dîktatoriya Recep Tayyîp Erdogan û faşîzma AKP’ê li ber xwe dide û dstnîşan kir ku mejiyê Erdogan mejiyê DAIŞ‘ê ye. MUB’ê got, “ Em xeteriya îro ji kûrahî ve hîs dikin. Ji ber vê yekê Suryanî-Asûrî-Aramî-Keldanî li kîjan devera cîhanê be jî, divê li hemberî van pêkanînên faşîst ên dewletê dengê xwe bilind bikin û nerazîbûnê nîşan bidin. Em berxwedana gelê Cizîrê û yekîtiya gelên bindest ên Tirkiyeyê silav dikin. Serketin wê ya gelên bindest û alîgirên demokrasiyê be. Di 1’ê Mijdarê roja pêkhatina hilbijartinên pêşwext de wê dersa herî mezin ji zîhniyeta faşîst û AKP’ê re were dayîn.”
5 polêsên Tirk mirin
Li Cizîrê terora dewletê ya li dijî welatiyên ku li ber xwe didin didome, li taxa Nûrê dema wesayîtekî polîsan xwest bikeve taxê Nûrê teqîn pêk hat û di teqînê de 5 polîs mirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dorpêça polîsan bênavber didome û gel jî li taxan li dijî terora dewletê berxwedana xwe didomîne. Ji bo şikandina dorpêçê pêr li taxên Cudî, Sûr, Dîcle û Yafesê meşên girseyî hatin lidarxistin û xwestin bikevin taxa Nûrê ya di bin êrîşa polîsan de ne lê gel ji ber bombeyên gazê û gulebarana polîsan nekarî bikevin taxa Nûrê.
Bi dehan welatiyên ku dirûşmên “PKK gel e gel li vir e” “Bijî berxwedana Cizîrê berz kirin, welatiyan nekarîn derbasî taxa Nûrê bibin ber bi navenda navçeyê dest bi meşê kirin. Gel ji cadeya Kobanê heta otogarê meşiyan û bûn du beş. Komek derbasî taxa Yafesî bû koma din jî derbasî taxa Sûrê bû.
Li taxa Nûrê ku gelek êrîş tê kirin dema ku cenazeyê zarokê 15 salî yê bi navê Bunyamîn Îrcî ji taxê dihat girtin polîsan tax dorpêç kirin û bombebaran kirin. Li taxê ji malên ku hatine bombebarankirin du bilind dise û welatî li kolan û li ser banên malan êrîşê şermezar dikin.
Parlamenterên HDP’ê Faysal Sariyildiz, Mahmut Togrul, Leyla Guven ji bo ku cenazeyê Îrcî rakin nexweşxaneyê bi polîsan re hevdîtin pêk anîn, caneze ji bo bibin Nexweşxaneyê Dewletê ya Cizîrê kirin wesayîta cenaze. Piştî teslîmkirina cenaze tîmên taybetxwestin bi wesayîtê bikevin taxê. Dema ku wesayîta zirxî ya tîmên taybet derbas bû teqîn çêbû û di teqînê de 5 polîs hatin kuştin.
Cenazeyê polîsan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.