Clovis zarokên doh in
Ew mirovên ji serdema paleolîtîka Emerîkî bêhtirî heta niha weke mirovên çanda Clovis dihatin nasîn ku herî zêde 10 hezar salan beriya mîladê mirovî karî şopa wan bibe. Lê niha li Texasê serê riman ên kevirî hatin dîtin ku temenê wan 13 hezar 500 ta 15 hezar û 500 salî hatiye diyarkirin. Bi vê yekê jî wiha îsbat dibe ku bicihbûna mirovan li Bakurê Emerîkayê, kevintir e ji ya ku heta niha jê dihat bawerkirin.
Li cihê kolana arkeolojîk a li navenda eyaleta Texasê qederê 100 hezar alet û amûrên kevirî hatine dîtin. 12 ji van serê riman in ku li jor behsa wan hat kirin. Ev serê riman bi formekê hatine çêkirin ku serê wan sêkoşeke kurt û tûj e. Ew jî wiha xuya dikin ku pêşiyê serê rimên Çanda Clovis bin ku sêkoşeyên dirêj û tûj in.
Axir zanyar êdî piûtrast in ku Çanda Clovis a ku herî zêde heta bi 13 hezar û 500 salan şop li dûv xwe hiştine, ne çanda yekem e ku li Bakurê Emerîkayê bi cih bûye. Lê kolînên nû nîşan didin ku pêşiyên mirovên Çanda Clovisê 15 hezar 500 salan beriya roja me ya îro li Bakurê Emerîkayê belav bûne; ango du hezar salan beriya Çanda Clovisê belav bibe.
Heta hin lêkolîner, hin serê riman ên kevirî yên li cihên kolana arkeolojîk ên li Texasê heta bi 16 û 700 salan beriya roja îro dibin. Li gorî vê mirov di bakur re van çaxan xwe berdidin Emerîkayê û li bakurê serdema qeşayê lê, ji ber ku têra wan xwarin nebûye xwe berdana başûr. Axir muhtemelen 14 hezar û 500 salan beriya roja me ya îro wiha diyar e ku li qismên başûr ên Bakurê Emerîkayê hemûyî beav bûne. AUSTIN