Rayedarên şaredariyê li gel berfa zêde dibare 4 caran ji bo xeta avê temîr bikin çûn herêmê lê ji ber ku sturiya berfê 3-4 metreyan derbas dibe careke din paşve vergeriyan. Rayedarên Şaredariyê diyar kirin ku ji bo biçin Zozana Berçelan a bilindahiya wê 3 hezare û 400 rakim û mudaxeleyê li erizeyê bikin daxwaza helîkoterê nekirin. Rayedarên şaredariyê anîn ziman ku ji bo welatî bê av nemînin ava ji xetên Golan û Çilkan tê li tevahiya bajar belav kirin û hin caran jî wesayîtên îtfaiyeyê li taxan avê belav dike.
Welatiyên li taxên Yenî û Berçelan dijîn diyar kirin ku gelek caran wan serî li şaredariyê dan lê hêj pirsgirêka wan nehatiye çareserkirin û ji ber ku ava wan nayê paqijiya zarokên xwe nakirin û ji ber vê yekê naşînin dibistanê. Welatiyan, anî ziman ku her roj li taxên din avê dikşînin û xwestin ku rayedar bi lezgînî pirsgirêka avê çareser bikin. Welatiyê bi navêm Mehmet Kahraman ê li tax Yeniyê dijî diyar kir ku 40 rojin ava wan nayê û wiha got: "40 rojin ava me nayê.ş Zarokên me yên diçin dibistanê jî serê xwe naşon. Welatî her roj diçin semtên jêrî bi bîdonan avê tînin. Gelek caran ji ber ku ava tuneye firaqên xwe jî naşon."

'Em ava çem bikartînin'
Jinên bi navê Aynur û Zumrut Tuncer jî diyar kir ku ava li malê bikartînin ji çem dîtin û nêzî meheke bê av in û wiha got: "Em bi ava ji çem dîtin hewcehiyên xwe yên malê bi cih tînin. Ji bo ava vexwarinê jî em diçin taxên jêr. Hin caran jî em ji dikanê dikirin. Em dixwazin rayedar guh bidin me û bi lezgînî pirsgirêka me ya avê çareser bikin." Welatiyê bi navê Kazî Karagoz jî diyar kir ku zêdehî mehekê ye ava wan tuneye û êdî zarokên wan jî serê xwe naşon. Karagoz, anî ziman ku zarokên wan bi awayekî qirêjî diçûn dibistanê. Jina bi navmê Gîzme Karagoz jî diyar kir ku li malê bi zarokê xwe re tenê dijî û ji bo avê zarokê xwe li malê dihêle û diçe avê û wiha got: "Di destê min de zarokekî biçûk heye. Em nikarin bê av îdare bikin. Hin caran ez bi ava çem a qirêj firakên xwe dişom. Ez nikarim zariya xwe bihêlim û biçim avê. Lê hin caran mecburî bi tenê dihêlim û diçim avê."

'Hevserê min ên pîr avê dikşîne'

Jina bi navê Nîharî Kutluk jî diyar kir ku hevserê wê yê pîr diçe avê dişîne û wiha got: "Piyekî min saqet e. Ez nikarim avê bikşînim. Hin caran hevserê min ê pîr diçe avê dikşîne. Ew jî pîr e. Bila rayedar ji kerema xwe re pirsgirêka me ya avê çareser bikin." Jina bi navê Felem Karagoz jî wiha got: "Em gelek mexdur in. Dikana zarokên min a kesaban heye. Her roj bi cilên xwîn û qirêj tên malê. Ez jî hin caran ava berfê di helînin û cilên wan dişom."
Cîgirê Şaredarê Colemêrgê Ahmet Taş, diyar kir ku ji ber gelek berf heye nikarin xeta Berçelan temîr bikin û nêzî mehekê ye xerabe ye. Taş, anî ziman ku ew nizanin ku sedema erizeyê çiye û wiha got: "Nêzî 2 mehe li tevahiya bajar pirsgirêka avê heye. Heta niha me 4 caran hewilda em biçin herêmê. Li ji ber ku gelek berf heye em nikarin biçin herêmê." Taş, da zanîn ku herêma erizeyê 3 hezar û 400 rakim bilindahiya wê heye û wiha axivî: "Herêmê cihê herî bilind Zozana Berçelan e. Niha li wir 3-4 metreyên berfê hene. Ev xeta avê di sala 1985'an de hate çêkirin. Li gelek cihan bi ser axê re hatiye. Ev yek dibe sedema cemidînê jî" Taş, bilêv kir ku ji ber şertên zivistanê yên giran daxwaza helîkopterê jî nekirin û wesayîtên bi palent jî nikarin derkevin herêmê. Taş, destnîşan kir ku ew dê careke din bi wesayîtên bi palet hewil bidin ku biçin herêmê û wiha axivî: "Em dizanin pirsgirêk çiqas mezin e. Tenê xeta Berçelan a xerabû ji sedî 50 welatî bê av hişt. Lê ji bo ku welatî bi temamî bê av nemînin ava ji xetên Golan û Çilkan tê li tevahiya welat tê belavkirin. Hin caran jî wesayîtên îtfaiyeyê li taxan avê belav dikin û ji welatiyan re em dibin alîkar."

HAMZA GUNDUZ -DÎHA/COLEMÊRG