Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamantera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. Çalakiya Guven di roja 10’emîn de didome. Welatî û siyasetvanên Colemêrgî jî piştgiriyê didin Guven û ji bo vê çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan dest pê kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede diyar kir ku tevî ku gel peywîra temsîla li parlamenê daye Guven jî, hikûmetê rêya vê erkê girtiye û got: “Dewlet êdî qanûnên xwe nas nake. Dema mijar dibe Kurd û Kurdistan, dewlet qanûnên xwe jî binpê dike. Birêz Guven niha erka xwe ya parlamenteriyê tîne cih.”

‘Em bi dil û can li cem wê ne’ 

Hevserokê Rêxistina HDP’a Geverê Husnu Beşer jî anî ziman ku girtina Guven dijî qanûnê ye û got, “Hemû hiqûqa parlamenteriyê niha tê binpêkirin. Vîna gelekî tine dihesîbinin. Em dixwazin ku ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe. Em bi dil û can li gel wekîla xwe ne.”

Gulçîn Karabuk jî destnîşan kir ku ji bo Guven ji wan re wekîliyê bike, wan ew bijartiye û got: “Ne ji bo girtîgehê me ew hilbijart. Em wek jinên Geverê heta dawiyê li pey Leyla Guven in. Ew wekîla me ye. Em ê jî bi armanca piştgiriyê destekê bidin wekîla xwe.”

‘Em hemû Leyla Guven in’ 

Gullu Polat jî got, “Em çalakiya Birêz Guven mafdar dibînin û piştgiriyê didine. Tenê ne em, bi milyonan jin li cem Leyla Guven in.”

 

COLEMÊRG