Bi sedan ciwan û şêniyên Herêma Cizîrê, nûnerên Kongreya Star û Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Hemrîn Elî bi boneya 15`ê Tebaxê li Qada Jinê ya navçeya Amûdê kom bûn. Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oclaan û alên Kurdî vekiribûn.

Meşa ciwanan ji Qada Jinê bi durûşmeyên azadî ji bo Ocalan û 15`ê Tebaxê li hemû gelê Kurd pîroz be dest pê kir.

Ciwanên heta navenda ciwanan meşiyan. Li vir ciwan kom bûn û piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzişê Hemrîn Elî axivî û di serî de pêngava 15ʹê Tebaxê li gelê Kurd pîroz kir û anî ziman ku hemû destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin berdewama berhemên 15ʹê Tebaxê ne.

Di dawiya axaftina xwe de Hevseoka Ciwan û Werzîşê Hemrîn Elî bang li hemû ciwanan kir ku li ser fikr û felsefa Ocalan bimeşin û li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin. Meş bi gerandina govendê bi dawî bû. 


 AMÛDÊ