Per li Herêmên Parastina Medyayê gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 33’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê şahiyeke pîrozbahiyê li dar xist. Di pîrozbahiyê de Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn axivî û 15’ê Tebaxê li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelê Kurd û şehîdên azadiyê pîroz kir û got: “Bi destpêkirina şerê çekdarî di vê rojê de rêbaza têkoşîn û şoreşa Kurdan hat guhertin. Gelê Kurd karî bi vê di tekoşîna cîhanê de xwe bigihîne asteke bilind. Têkoşîna azadiyê niha bi ruhê 15’ê Tebaxê û kesayetiya heval Egîd dewam dike û gihiştiye asta herî bihêz û serkeftî. Îro jî pêşengên wê jin û xortên gelê me ne.”

Vejîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser giringiya yekîtiya neteweyî û hewldanên KNK’ê yên ji bo yekîtiya neteweyî û got: “Ev xebata ku dest pê kiriye, ji bo gelê Kurd û bi taybet ji bo Rojhilatê Kurdistanê xwedî girîngiyekî mezin e. Ji ber wê pêwîst e hemû hêz û aliyên Rojhilatê Kurdistanê bibin xwedî rol, pêşeng û di serxistina vê xebatê de bi rola xwe rabin.”

Pîrozbahî bi bernameyên gerîlayan bi rê ve çû û bi dawî bû.  


NAVENDA NÛÇEYAN