
Komên ku tev li konserê bûn û derketin ser dikê bi Kurdî, Lazî, erebî û zimanên din stran gotin. Konserê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pê kir. Di rêzgirtinê de bi hezaran kesan bi yek dengî dirûşmeya „Bijî serok Apo“ berz kir. Di destpêkê de Koma Mem Bazîd a NÇM’ê derket ser dikê. Pişt re derhênerê fîlmên ‘Bahoz’ û ‘Şewaxan’ Kazim Oz, li ser navê NÇM’ê axaftinek kir. Oz, ji bo hemû kesên piştgirî dane pêşxistina çanda Kurd û parastina çanda Kurdî spasiyên xwe anî ziman û wiha got: „NÇM’ê hewl da ku çanda Kurdan li dijî polîtîkayên bişaftinê têkoşînê ide. Ji niha û şûnde jî em dê li diji hemû polîtîkayên ku êrîşî çandê dikin têkoşînê bidin. Her wiha ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe devê teqez bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re têkevin diyalogê.
Pişt re xebatên NÇM’ê yên heta niha hatine kirin bi sînevîzyonekê hate pêşandan. Pişt re Koma Çiya derket ser dikê û bi stranên xwe girse coşand. Di konserê de girsê posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên Konfederalîzma Demokratîk vekir. Di kongreyê de bê navber di lehê Ocalan de dirûşme hatin berzkirin û sidûra „Şerxa Şoreşe“ hate xwendin. Piştî Koma Azad, Koma Gulê Xerzan Koma Agire Jiyan derketin ser dikê. Herî dawî koma Koma Venge Sodirî û Koma Asmin derketin ser dikê. Li pey komên zazakî Hozan Harun strana li ser navê Şenay Goçer (Delîla) a bi navê „Zilan“ sitrî.
Pişti konserê koma folklorê koma Serhildan derke ser dikê. Şevê bi newayên Lazî û stranên pismamê Kazim Koyuncu Nîyazi Koyuncu berdewam kir. Konser bi çepik û tiliyiyan bi dawî bû.
STENBOL