Di çalakiyên 8’ê Adarê de yên li derveyî welat ji bo referandûmê ku dîktatorî wê were dengdan banga ‘NA’ hate kirin. Jinan bal kişandin ser giringiya Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd a li ser mijara azadiya jinê.

ESSEN: Li Esendê Komîsyona Jinan a Meclîsa Camî ji ber 8’ê Adarê taştê da û semînerek li dar xist. Di semînerê de li ser mijara giringiya jinan a di îslamê de û peywira dîrokî û rewşa jinê a dîrokî gotebêjî hate kirin. 

BOCHUM: Li Bochûmê ji hêla Meclîsa Jinan a Mêrdînê Şehîd Axîn ve semîner û sînevîzyonek hate dayin. Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di di sinevîzyonê de hate dayin.

GELSENKÎRCHEN: Li Gelsenkîrchenê jin li taştê û semînerê hatin cem hev û 8’ê Adarê pîroz kirin. Çalakiyê li Komeleya Alternatîf hate pêkanîn û mijara rastiya jinê ya li Kurdistanê hate nîqaşkirin.

DORTMÛND: Li Darkme Dortmûnd a Elmanya bernameya 8’ê Adarê hate lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtin3e li ser giringî û wateya 8’ê Adarê hate axaftin. Piştî muzîkê parî hatin parvkirin.

HEÎLBRON: Li Heîlbron a Elmanya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sêvê Demîr 8’ê Adarê bi civîneke hate pîrozkirin. Pîrozbahî ji hêla rêveberiya Mizgefeta Şêx Seîd ve bi taşteyekê dest pê kir. Di bernameyê de ji axaftinên Ocalan sînevîsyonek hate nîşandan.

FREÎBÛRG: Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, çalakiya 8’ê Adarê ji aliyê rêxistinên jinan ên Elman û Meclîsa Jinê ya Nûda ve hat organîzekirin. Jinên li ber Şaredariya Freîbûrgê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” ber bi navenda bajêr ve meşiyan. 

FRÎEDRÎCHSHAFEN: Li bajarê Frîedrîchshafen ê Elmanyayê, Kurdistaniyan 8’ê Adarê li Bûchhornplatzê pîroz kirin. Di çalakiyê de bi sedan belavok û qurnefîl hatin belavkirin.

BONN: Meclîsa Jinê ya Sara, Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan a Troîsdorfê û gelek komeleyên jinên Elman bi hev re çalakiya 8’ê Adarê organîze kirin. Jinên li navenda bajêr li hev civiyan, ber bi Frîedenplatzê meşiyan û li vê derê mîtîngek pêk anîn. 

DORTMÛND: Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê, çalakiya 8’ê Adarê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Komên herêmî yên muzîkê jî derketin ser dikê hunera xwe pêşkêş kirin.

HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, jinên Kurd, Tirk û Elman li ber HBF li hev civiyan û belavoka li ser 8’ê Adarê xwendin. Rêxistina jinê ya Coûrage jî di heman demê de standeke enformasyonê danî. Meşa li vê derê li meydana Denkmalê qediya.

HELSÎNGBORG: Li Helsîngborg a Swêdê jinên Kurdistanî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 8’ê Adarê pîroz kirin. Piştî muzîka Koma Kobanê şanoyeke bi mijara jinê hate lîstin.

VIYANA: Li paytexta Avûstûryayê Viyanayê bi tevlêbûna bi hezaran jinî 8’ê Adarê hate pîrozkirin. Di meşê de komeleya Jina Kurd Avesta jî hazir bû.

LÎNZ: Li bajarê Lînzê, Avûstûryaya Jorîn 8 rêxistinên jinê bi navê Platforma Fenîsmûs Kraval hatin cem hev û 8’ê Adarê pîroz kirin. Di çalakiyê de daxwaz hatin vegotin.

ADIGEY: Çalakiya li Adigeyê ji aliyê Organîzayona Jinên Kurd-Bêrîtan ve hat organîzekirin û ji gelek herêmên derdora Adigeyê jin tevlî bûn. Piştî axaftinan Aynûr Babayeva, Koma Sêbira û Barî Yûsûbov derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.

TAMBOV: Çalakiya li Tambovê jî, ku ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Tambovê ve hat organîzekirin, bi beşdariya hejmareke zêde ya jinan pêk hat. Çalakî li Navenda Çanda Kurd hate lidarxistin û êrîşa çeteyên PDK-AKP a li Şengalê hat şermezarkirin.

LONDON: Li ser banga Meclîsa Jinê ya Roj, jinên Kurd bi kincên xwe yên gelêrî li herêma Edmonton a li bakurê paytexta Îngilîstan Londonê li hev civiyan. Li herêma Croydon a Londonê jî, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Meclîsa Jinê ya Dayika Taybet hat ragihandin.

HELSÎNBORG: Li bajarê Helsîngborg ê Swêdê, jinên Kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de tevî axaftinên li ser wateya rojê, peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê hat xwendin. Çalakî piştî stranên Koma Kobanê û lîstika şano qediya.

TORÎNO: Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, bi wesîleya 8’ê Adarê meşek hat lidarxistin. Meşa di bin pankarta “Jin, jiyan, azadî” heta meydana Kastello dewam kir.

MULHOÛSE: Li bajarê Mulhoûse yê Fransayê jî, jinên Kurd, Tirkiyeyî û Fransayê bi heman armancê meşiyan. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û Partiya Antî Kapîtalîst a Nû (NPA), Lîga Mafên Mirovan, Plannîng Famîlîal, CGT, ACOFT, û rêxistina bi navê Jin a Nû, destek dan çalakiyê. 

BÎEL: Li bajarê Bîel ê Swîsreyê li ser banga Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî bi nîşandana sînevîzyonê li ser têkoşîn û berxwedana jinên Kurd û bi gerandina govendê qediya.

LANENTHAL: Li Langentalê jî li ser banga Însiyatîfa Jinên Kurd bi beşdariya bi dehan jinan li ber avahiya Sendîkaya Ûnîa çalakî hat lidarxistin.


 NAVENDA NÛÇEYAN