
Pîrozbahiyên salvegera damezirandina PKK’ê ku Kurd mîna ‘Cejna Wêjînê’ pênase dikin dewam dikin. Kurd û dostên xwe bi rengekî girseyî 38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîroz dikin. Salvegera damezrandina PKK’ê li gelek bajarên Ewropayê û gelemperiya cîhanê hate pîrozkirin.
DARMSTADT: Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê şevek hate lidarxistin. Di şevê de ku bi qasî hezar kes lê amade bûn, ciwanên Kurd bi qîrîna dirûşma “Bijî Serok Apo” meşeke leşkerî pêk anîn. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir axivî û diyar kir, berxwedana gelê Kurd wê di dawiya dawî de pişta dewleta Tirk bişikîne.
DÛÎSBÛRG: Şeva li Dûîsbûrg bi beşdariya 500 kesî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Endma TJK-E Ronahî Pazarcik li vir axivî û got, heta PKK û Rêberê Gelê Kurd heb in wê gelê Kurd bi ser bikeve. Hozan Çerîn Zîlan, Hozan Şiyar Mûnzûr, Koma Agirê Roj û Hozan Canê derketin ser dikê.
BONN: Li Bonnê salvegera damezrandina PKK’ê bi şevekê hate pîrozkirin. Hevseroka Meclîsa Gel a Bonnê Ayda Ekmez Kiliç, Nûnerê PDY’ê Celal Efrîn, Hevserokê Meclîsa Gel a Troîsdorfê Salman Gedîk û nûnerê Partiya Çep li vir axivîn. Her wiha bi rêya sînevîzyonê li peyama endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû hate guhdarîkirin.
HALLE: Li bajarê Halle yê Elmanyayê, bi tevlîbûna bi hezaran kesî cejna vejînê hate pîrozkirin. Tevî kurdistaniyên li bajarên Bîelefeld, Paderborn, Gutersloh, Herford, Detmold û derdora wan, Elman, Tirk, Asûrî-Suryanî jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bîelefeldê Nûrî Koyûn, ji Tevgera Jinên Kurd Emel Gulo û li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Gulbahar Gunduz axivîn. Piştre Koma Zerdeştê Kal, Ergîn Xelîkan, Orhan Nedîm, Îndraûs Bagandî û Koma Stran derketin ser dikê.
BREMEN: Pîrozbahiya li bajarê Bremenê jî, ku bi hezara kes tevlî bûn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre peyama KCDK-E hate xwendin û li ser navê NAV-DEM Bremen, Kongreya Îslama Demokratîk, YEK, PYD axaftin hate kirin. Koroya Zarokên Aram Tîgran, Koma Arîn Mîrkan a Bremenê, Koma Zarokên Rojava, Şano, Suleyman Regnîn, Zêzdar, Ozgur, Comert, Xalît Agirî, Bangîn, Eylem û Hozan Aydin derketin ser dikê.
KOLN: Ji bo pîrozkirina 38. salvegera damezrandina PKK’ê Kurdistaniyên li bajarên Aachen, Duren, Leverkûsen, Bergîsch Gladbach, Gumersbach û Bergheîmê dijîn, li bajarê Koln ê Elmanyayê li hev civiyan. Ozan Canê, Serdar Azad, Erdogan Emîr û Rojda jî derketin ser dikê.
MANNHEÎM: Li Mannheîmê şevek hate lidarxistin. Li ser navê Komîteya Amadekar Ramazan Ozuak, ji MLPD Kalûs Hînk, ji Meclîsa Jinê Sosin Yavûz axivîn. Hevserokê NAV-DEM’ê Bahatîn Dogan jî peyivî û piştre li ser 27’ê Mijdarê sînevîzyonek hate nîşandan. Ozan Gulcan, Denîz Deman û Hozan Kawa derketin ser dikê. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer jî rewşa dawî ya li Kurdistanê ragihand.
FREÎBÛRG: Salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Freîbûng ê Elmanyayê ji aliyê du hezar kesî ve hate pîrozkirin. Koma Sorgun, Çetîn Oraner, Ferman Patîev, Serhado û Nûarîn derketin ser dikê. Koma Sê Gulên Azad a govendê jî hunera xwe pêşkêş kir.
KÎEL: Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat amadekirin û li Salona Arcadîa pêk hat. Nûnerê FEDA‘yê li vir axivî û destnîşan kir, ku AKP a hov wê bi ti awayî bi ser nekeve. Pîştî axaftina Ozan Demhat, Benaw, Saît Dêrik, Sena Dersîm û Koma govendê derketin ser dikê.
CELLE: Salvegera damezrandina PKK’ê li Mala Gel a bajarê Celle yê Elmanyayê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku sosyalîsten Elman jî cihê xwe girtin.

STÛTTGART: Salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi tevlîbûna bi sedan kesî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de siyasedmedarê Kurd Îsmet Kem axivî û got; “Ji bo giştî gelên Rojhilata Navîn ev tekoşînek bûye hêviyek mezin”. Pîrozbahî bi bernameya çandê bi dawî bû.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, şevek ji bo destekkirina gelê Bakur hate lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê yên Kurdistanê, Berdevkê Saziya Malbatên Winda û Şehîdan a Ewropayê (KOMAW) Ahmet Aktaş axivî. Aktaş bûyerên ji dema damezrandina PKK’ê û vir ve qewimîn nirxand û bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di bernameya çandê ya şevê de Koroya Zarokan, koma Rengê Nû, Zozan Zûdem, Atîlla-Îbo û Garîp Dost derketin ser dikê. Govenda Sîpan Amara jî hunera xwe pêşkêş kir.
RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê, di pîrozbahiyê de hat destnîşankirin, ku PKK ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest hêviya azadiyê ye. Ozan Yuksel, Ozan Alî Gul, Berbang, Pinar Aydinlar û Ûlaş Kelaşîn derketin ser dikê.
STRASBOÛRG: Cejna Vejînê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate pîrzokirin. Bi qasî 1500 kes tevlî şeva li gundê Kîrchheîmêb ûn.
MARSÎLYA: Pîrozbahiya li bajarê Marsîlyayê bi beşdariya bi hezaran kesî ve hate lidarxistin. Li dû nîşandana sînevîzyonê Peyman Arjîn, Îbrahîm Rojhilat, Zîna Botan, Koma TEV-ÇAND’ê derketin ser dikê. Parlamenterê berê yê HDP’ê Kemal Aktaş jî li vir axivî û rewşa dawî ya siyasî nirxand.
MONTPELLÎER: Salvegera 38. a damezrandina PKK’ê li bajarê Montpellîer ê li başûrê Fransayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Nûnerên partiyên çêpgir yên Fransayê ( NPA, Borrîs, Ensemble, PCF) jî di pîrozbahiyê de axivîn û ji Yekîtiya Ewropayê xwestin, navê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ derxîne. Di pîrozbahiyê de Hozan Şemdîn, Zozan, Koma Rojame û Çarnewa derketin ser dikê û hunera xwe nîşan dan.
GRAZ: Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, salvegera damezrandina PKK’ê bi şevekê hate pîrozkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû bi rêya dîmen, peymanek ji şevê re şand. Piştre Koma Dem, Sosin û ji Çarnewa Serhat derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
TORÎNO: Li bajarê Torîno yê Îtalyayê, salvegera damezrandina PKK’ê li meydana Pîazza Castello hate pîrozkirin. Di çalakiyê de gelek belavok jî hatin belavkirin.
EDÎNBÛRGH: Li bajarê Edînbûrg ê Skoçyayê, bi sedan kes li navenda civaka demokratîk li hev civiyan û salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Hunermend Alî Sîzer, Koma Şengal a Zarokan û Hozan Aydin û koma govendê hunera xwe pêşkêş kirin.
LONDON: Çalakgerên danê êvarê li herêma Stoke Newîngton a Londonê li hev civiyan ber bi Dalstonê ve meşiyan. Pişte li avahiya Mala Gel a Dalstonê şevek lidar xistin. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
MELBOÛRNE: Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, Cejna Vejînê hate pîrozkirin. Piştî axaftina li ser wate û girîngiya rojê, Rotînda, Koma Gulîlkan, Koma Muzîkê ya Zarokan derketin ser dikê.
HELSÎNKÎ: Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, bi wesîleya Cejna Vejînê civînek hate lidarxistin. Di civînê d qala dîroka PKK‘ê hate kirin û hat gotin.
ERÎVAN: Li paytexta Ermenîstan Erîvanê jî bi armanca pîrozkirina salvegera damezrandina PKK’ê civînek hate lidarxistin. Endamê Kurdistan Komîte Davût Karasû, Serokê Şêwra Kurd li Ermenîstanê Kinyasî Hemîd û Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir li ser girîngiya rojê axivîn.