Li bajarê Elmanyayê Darmstadtê, Lîmasola Qibrisê, li Caltes del Pîano a Italyayê û li paytexta Rûsyayê Moskovê, bi rasthatina salvegera 35an a pêngava 15’ê Tebaxê şahî hatin lidarxistin.
Kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Darmsadtê ya Elmanyayê hatin cem hev û cejna vejînê pîroz kirin.
Endamê Desteya Rêveber a Federasyona KAWA, Murşîde Oltan li vir axivî û got tekane çareseriyê Rêberê Gel Abdullah Ocalan e.
Li bajarê Castel del Pîano yê Italayê jî Kurdisaniyan 15’ê Tebaxê pîroz kir. Piştî axaftinên li ser rojê, bernameyê bi sînevîzyonê dewam kir û stranbêjên herêmî jî stran gotin.
Li Moskovê 15´ê Tebaxê
Kurdên li Moskovê jî 15’ê Tebaxê pîroz kir û berxwedana li Kurdistanê jî silav kir.
Şahiya pîrozbahiyê li Mala Çandê ya Lunaçarskiyê bi bernameyekê Cejna Vejînê hat pîrozkirin. Piştî gotina sirûda neteweyî Ey Reqîbê, rêz ji şehîdên Kurdistanê re hat girtin.
Siyasetvan û nûnerên saziyên Kurd axivîn û êrişên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin, têkoşîna azadiya Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê jî silav kirin. Piştre Azad Bedran, Berfîn Mamedova, Hozan Ersîn, Diyar Ganov, Deniz Cevoy stran gotin.
NAVENDA NÛÇEYAN