VIYANA: Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Viyanayê li navnîşana Hîetzînger Hauptstrasse 29'an dengê xwe bi kar tînin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk û pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk re hilbijêr bi konvoya ji wesayît û otobusan ji bajarê Grazê yê 160 km dûr hatin û dengê xwe bi kar anîn. Ji bo kar û barên dengdayînê nûnerên partiyên siyasî û çavdêr li konsolosiyê amade ne û hewl didin alîkariyê bidin gel.

Li gorî agahiyên ji aliyê çavdêrên konsolosiyê dane heta niha ti pirsgirêk derneketine holê. Li Konsolosiya Viyanaye di roja Înê de 331 kesî dengê xwe bikar anîn. Duh jî 489 kesî dengê xwe bikar anîn.

Tê payîn ku sibe jî ji Stpoltenê bi du otobus û wesayîtan HDP'yî bên û dengê xwe bikar bînin. HDP'yî wê ji Lînz û Salzbûrgê jî bi otobus û wesayîtan biçin dengdayînê.


FREIBURG: Li bajarê Elmanya Freiburgê jî hilbijêrên HDP'yî yên danê sibehê li Navenda Civaka Kurd a Freiburgê û Dergaha Çanda Elewî ya Freiburgê hatin cem hev, bi konvoyekê berê xwe dan bajarê Karslrûhe ji bo dengê xwe lê bi kar bînin. Bi tevlîbûna wesayîtên ji Lahr, Kehl û Offenbûrgê re hejmara wesayîtên di konvoyê de 100 derbas kir. Her wiha bi 3 otobusan hilbijêr ji bo deng bidin HDP'ê çûn Karlsrûhe.


PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan bi konvoyeke ji 22 wesayîtan, çûn ser sindoqan. Girseya gel diyar kir ku ji bo demokrasî, azadî û aştiyê wan deng bi kar anîne û destnîşan kirin ku bend nikare li pêşiya wan bibe asteng. 


 NAVENDA NÛÇEYAN