Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 72 xwendekarên li Dibistana Seretayî ya Bêrivanê bi zimanê Kurdi ev saleke perwerdehiyê dibînin bi merasîmê karneyên xwe yên dawiya salê standin. Di merasîmê de hemû zarok û malbatên wan, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, rêveberên Egîtîm Sen, KURDÎ-DER, MAPER, NÇM'ê amade bûn.

Merasîma dayîna karneyan li Dibistana Bêrivanê pêk hat. Xwendekarên dibistanê bi cil û bergên Kurdî li xwe kirin û stran û helbestên bi zimanê Kurdi gotin. Piştî stran û helbestan 72 xwendekaran yek bi yek karneyên xwe ji destê mamosteyên xwe standin. Dema karne hatin belavkirin malbatên xwendekaran hestiyar bûn. 


‘Divê perwerdehî bi zimanê zikmakî be’

Mamosteyê dibistanê Huseyîn Çatikaş destnîşan kir divê perwerdehî bi zimanê zikmakî were dayîn û her çiqas li Cizîrê hejmara dibistanên bi tirkî perwerdehiyê didin gelek zêde ne jî ew ê hewl bidin da dibistanên mîna Bêrivanê zêde bikin. Çatikaş diyar kir ku li hemberî hemû astengiyan wan îsal perwerdehiya xwe bi dawî kiriye û bi serkeftina zarokan hêviya wan bilind dibe. Çatikaş da zanîn ku wextekê dagirkeran digotin zimanê Kurdi nîne lê bi saya têkoşîna gelê Kurd îro em perwerdehiya bi zimanê zikmakî didin. 


‘Xwedî li dibistanan derkevin’

Malbatên zarokan jî ji ber perwerdehiya Kurdi keyfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kir ku divê dibistanên Kurdi zêde bibin. Welatiyê bi navê Abdullah Akbaş da zanîn ku kurê wî ev saleke bi saya Dibistana Serrtayî ya Bêrivanê fêri gelek tiştan bûye. Akbaş destnîşan kir ku perwerdehiya Kurdî hişmendiya zarokan berfirehtir dike û divê her kes bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne. Akbaş bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û got ku êdi ew derfet heye ku hemû kes zarokên xwe bişîne dibistanên Kurdi û wiha pê de çû: "Lewma divê hemû Kurd dest bidin hev û piştgirî bidin van dibistanan."

Di merasîmê de ji bilî qarneyên xwendekaran, mamosteyên dibistanê ji saziyan bajar re jî qarne amade kiribûn. Mamosteyên li qarneyên saziyan de pêşniyarî û rexneyên xwe rêz kiribûn. Di qarneya çapemeniya azad de ji bo xwedî derkeftina dibistanên Kurdi spasî hatibû peşkeş kirin û hişyariya baldariya zimanê Kurdî hatibû nivîsandin. Mamosteyan da zanîn ku ji ber ku perwerdehî li ser hemû tiştan re ye, xwest ku hemû sazî piştgiriyê bidin dibistana Kurdî. 


 DÎHA/ŞIRNEX