CIZÎR : Li navçeya Cizîrê li gelek taxan heta derengê şevê agirê Newrozê geş bû. Li taxên Nur, Yafes û Cudiyê bi tevlêbûna sedan kesan Agirê Newrozê hate pêxistin û heta derengê şevê girsê li dora agirê Newrozê govend gerand. Girseya ku li dora agir govend gerand, bi fîşekên hewaşî şev ronî kir. Li taxa Cudiyê girseya ku li dora agir kom bû, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt û sirûda "Ey Raqîp" xwendin. Li qada pîrozbahiyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan alên kesk, sor û zer hatin rakirin. Girsê bê navber dirûşmên "Ocalan", "Bijî Serok Apo", "Şehît namirin" ve "Qatil Erdogan" berz kir. Li taxên Nûr û Yasefê jî heman coş, reng û dirûşme derketin derve.
SÎLOPÎ : Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî heman coş û reng hebû. Li taxên Cudî, Nuh û Şehît Harunboyê bi sedan welatiyên ku li kolanan kom bûn, heta derengê şevê tariya şevê ronî kirin. Ciwanan li ketin û derketina taxan barhîkat danîn û Newroz bi girseyî piroz kirin. Di pîrozbahiyên li taxan de endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyê û bi sedan welatî amade bûn. Girseyên ku li taxan kom bûn û Newroz pîroz kirin, heta derengê şevê li dora agir govend gerandin. Girsê di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên "Ocalan" û " Bijî Serok Apo" berz kirin. Pîrozbahiye heta derengê şevê li tax û kolanan berdewam kir.
HEZEX: Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî li taxa Atakentê bi tevlêbûna hezaran kesan Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bi hezaran kesên ku li qadan kom bûn bi coşek mezin agirê Newrozê pêxistin. Girsê di pîrozbahiyê de ji bo Hacı Zengin û hemû kesên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt. Girsê piştî rêzgirtinê sirûda "Ey Reqip" xwend û Newroz pîro kir. Girsê li vir daxwazên xwe anîn ziman û zextên li ser Kurdan şermezar kir.
SERÊKANIYÊ : Li navçeya Serêkaniye ya Rihayê jî xebatên pîrozbahiya 21'ê Adarê didomin. Bi sedan kesên ku li taxa Barişê kom bûn,  Bi sedan kesên ku li taxê kom bûn, agirê Newrozê pêxist û govend gerand. Di pîrozbahiyê de Serokê BDP'a Serêkaniyê Îbrahim Ogur, Şaredarê Serêkaniyê Îsmaîl Arslan û endamên meclîsa şaredariyê jî amade bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşme hatin berzkirin û banga tevlibûna Newroza 21'ê Adarê hate kirin.
EBEX: Li navçeya Ebexa Wanê jî amadekariyên pîrozbahiya Newroz ji aliyê Rêveberiya BDP'ê ve didomin. Di çarçoveya amadekariyan de 10 hezar belavokên bangawaziyê hatin belav kirin. Li Ebexê Newroz dê saet di 10:00'ê 21'ê Adarê de li Qada Berê Newroz bê pîroz kirin.
YALOVA : BDP'e ya Yalovayê jî xwest li taxa Baglarbaşi Newrozê pîroz bike. Lê walîtiyê destûr neda pîrozbahiyê. Li gel qedexeya walîtiyê amadekariyên BDP'ê yên pîrozbahiya Newrozê didomîne. Li gel qedexeyan rêveberên BDP'ê li kolan û kuçeyan belavok belav kirin û banga tevlêbûna mîtîngê kirin.
WÊRANŞAR : Li navçeya Wêranşarê jî beriya pîrozbahiyê polîsan taxa Şirnexê kir bin dorpêçê. Polîsan bi panzêr TOMA, akrep û gelek maşîneyên zirxî dora Taxa Şirnexê dorpêç kir û destûr nedan welatî li taxê pîrozbahiyê pêk bîne. Lê dîsa jî li 3 nokteyên cuda welatî li hev kom bûn û bi fîşekên hewayî Newroz pîroz kir. Li taxên Yenî û Hurriyetê jî li gel hemû astengiyên polîsan Agirê Newrozê geş bû û heta derengê şevê Newroz hate pîrozkirin. Li Wêranşarê di 17'ê Adarê de 7 kes hatibûn binçavkirin. 5 kes bi hinceta li dijî zagona qebehetê derketine rastî 82 TL cezayê pereyan hatin. 7 kes pişt re serbest hatin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN