Qenal hewcehiya ava ya zeviyên çandiniyê ya nêzî 10 hezar donuman pêk tîne ji ber lehiyê nêzî 200 metreyan hilweşiya. Cotkaran, diyar kir ku ji ber şertên zivistanê yên giran dereng çandînî kirin û ji ber qenala avê tuneye jî tovên çandine dê ji ber germê hemû bişewitin. Cotkaran, anîn ziman ku li ser 10 hezar donum zeviyên çandîniyê titûn, silk, genim, germok, ceh û beqleyên şîn çandin û xwestin ku demildest qenala avê bê çêkirin. Ji cotkaran Mîntas Yetkîn têkildarî mijarê de axivî û wiha got: "Em tenê debara xwe li ser van zeviyan dikin. Heke em van zeviyan jî neçînin em ê birçî bimînin. Tenê ya bê kirin tiştek heye ew jî di nava 10 rojana de qenal bê çêkirin. Lê hêj tu xebat nekatin kirin û ne jî tu rayedar hatin berê xwe danê. Hêza şaredariyê ya vê yekê tuneye. Ya ji destê wê tê dike. Lê tu alternatîfên qenala avê tune ne."


DÎHA/MÛŞ