Piştî ku TEDAŞ'ê îlan kir ku dê ceryana 39 gundên navçeya Hewengê ya Rihayê ku hemû endamên Yekîtiya Avdana Bendava Ataturkê ne bibire bi sedan coktarên hatin ba hev çalakiya rêgirtinê li darxistin. Hate ragihandin ku bi hinceta ku cotkaran deynên xwe yên 2014'an nedane ceryana wan dê bê birîn bibe sedema ziwabûna hemû hilberînên li heremê. Cotkaran diyar kirin ku deynên wan ên sala 2013'yan qet nîn e û ji bo nerazîbûna xwe li hemberî vê nêzîkatiyê nÎşan bidin riya Riha û Semsûrê ji trafîkê re girtin. Gelek cendirme sewqî cihê çalakiyê hatin kirin û li ser vê yekê Hevserokê PHD'ê ya Rihayê Celalettîn Erkmen, Serokê PHD'ê yê Hewengê Mehmet Vural, Hevşaredarên Hewengê Fatma Dogan û Zeynel Taş jî hatin cihê çalakiyê. Hewldana mudaxaleya cendirmeyan a li dijî çalakiyê di encama hevdîtinên PHD'ê de bi dawî bû.


Qutkirina ceyranê karesat e
Midûrê Yekîtiya Avdanê ya Bendava Ataturkê Abdullah Gokkan da zanîn ku hemû deynên 2013'yan li gorî peymana 2013'yan hatiye dayîn, li gorî peymana ku bi TEDAŞ'ê re ji bo 2014'an hatiye kirin deynên îsal dê di nava demê de bê dayîn heta 750 hezar TL ê ku ji aliyê TEDAŞ'ê ve hatiye blokekirin jî ji bo deynan dê bê veqetandin, le TEDAŞ li gorî vî peymanê tevnagere û dixwaze hemû deyn careke de bê dayîn. Gokkan wiha axivî: "TEDAŞ dibêje dê ceryanên 39 gundên ku endamê yekîtiyê ne bibire. Li cihê ku germahî digihîje 50 dereceyan heke ceryan bê birîn ev yek dê ji bo cotkaran bibe karasetek. Ev tê wateya zuwabûna hilbirinê." Gokkan bilêv kir ku jixwe ji ber ceryana ku dem bi dem tê birîn hilberin bi zuwabûnê re rû bi rû dimîne, wan bi rayedarên TEDAŞ'ê re hevdîtin pêk anîne lê ligel vê jî şîrket dixwaze ceryanê bibire.
 
´Parçeyek ji hesabê serdestan e´

Cotkarê bi navê Ramazan Satici jî diyar kir ku sîstema dewletê li ser "em ê kurdan çawa tune bikin" hatiye avakirin. birîna ceryanê ya dema komkirina hilberînan dê bê wetaya tunekirina cotkariyê. Satici got, ev bûyer parçeyeke hesabên serdestan a li dijî kurdan e û ev gotin anî ziman: "Polîtîkaya li Rojava ku qatlîaman pêk tîne, li Bakur jî cotkariyê dikuje û dixwaze bi birçîbûnê bikûje."
Cotkarê bi navê Mustafa Taşkiran got ku heke av bê birîn ev ê bê wateya tunekirina hemû tiştan, wî silk çandiye û heke wisa be dê hemû zuwa bibe, nikare krediya ji dewletê girtiye jî nikare bide.
Hevşaredarê Hewengê Zeynel Taş got jî dema hilberînê birîna ceryanê dê bê wateya şewitandina berheman û cotkaran ji bo xwedî derketina keda xwe çalakî li dar xistine û heke ji hevdîtina di navbera cotkar û Waliyê Rihayê encameke êrênî derkeve dê çalakî bi dawî bibe, dernekeve cotkar dê çalakiya xwe bidomîne, keda xwe xwedî derkevin.
Hevserokê PHD'ê ya Rihayê Celalettîn Erkmen jî diyar kir ku li navçeyên Rihayê nêzî 8 saetan ceryan tê birin ev jî nîşan dide ku li holê neheqiyeke pir mezin heye.
 

ÎBRAHÎM POLAT/DÎHA/RIHA