Peyva wîlayet û walî her du jî peyv û pergala kolonyalîzmê ne. Hem osmaniyan ev pergala dîktatorî bikaranîne, hem jî îngîlîzan, di sîstema kolonyalîzma Îspanyayê de jî ev heye. Ango hemû welatên xwediyên mêtîngehan ev pergal ji bo kontrola koloniyên xwe bikaranîne. Mînak dema Hindîstan koloniya îngîlîzan bû, bi çoyê qiraliyetê walî ve dihat birêve birin.
Walî li wîlayetan rasterast nûnêrê serkariya dagirker, dîktator yan jî kolonîzator e. Ew tu car xwe li hember gel berpirsiyar nabîne. Ji bo walî komên gel tenê pêkhateyên mîna birên pez û dewaran e. Ew jî, xwe wek şivanê wan dibîne û fermana axayê xwe pêktîne. Peyva parêzgeh jî tenê kurdiya peyva wilayetê ye. Ew jî li ser bingehê sîstema navendî rûniştiye.
Dema em li pergalên welatan dinêrin, welatên ku lê pergala walîtiye hene, welatên dîkdator û ji demokrasiyê dûr in. Li wan welatan bêdadî, çewisandin û dîktatorya kesan û koman hene. Li hemû welatên îslam, ji Maroko bigire ta Pakîstanê ev pergala bêyom heye. Serkariyên dogmatîk bi alîkariya vê çoyê bêkêr girseyê gel di bin koteka xwe de digirin, li ser pişta wan dîktatorya û faşîzma xwe birêve dibin.
Li welatên ku li bajar û eyalet yan jî kanton û federasyonan rêvebiriya bajaran bi hilbijartinê tên ser kar û rasterast bi serkariya navendî ve girêdayî nin. Ango ew kesên hatine hilbijartin ne nûneriya serkariya navendî, nûneriya gelê ku ew hilbijartine dikin, demokrasî heye. Li Almanya, Firansa, Amêrîka, Siwîsre û yên li eyaletan berpirsiyar in, yên hatine hilbijartin bixwe ne. Lema jî li van welatan di forma demokrasiya bûrjuvazî de jî be, demokrasîyeke kêrhatî heye. Hin welatên wek Rûsya jî di forma konfederesyona dewletan de ne.
Em gelek bi zelal dibînin ku êrişên li Gimgim, Farqîn, Gevar, Silopî, Cîzre û bajarên din rasterast bi aliyê dîktatorê Aksaraya Enqerê ve, ango bi çoyên nav walî û qaymaqam ve tê birêvebirin. Walî û navçebeg (qaymeqam) tenê xwe li hemberê kesê ew tayînkirine berpirsiyar dibînin. Bi gotineke kurt, walî û qaymaqamên tirk jî tenê xwe li hember dîktator RTE berpirsiyar dibînin, lema jî şaredarî û meclîsên bajaran cidî nagirin û nanasin. Li gor fermana û daxwaziya dîktatorê xwîn ketiye çavan, bajarên kurdan biguhezînin gola xwînê. Heta hin ji wan bi aşîkarî dibêjin; „Em jî nikanin tiştekî bikin, ferman rasterast ji Enqerê tê.“
Dîktator berê ew zagonên polîsiye dabû derxistin, niha jî bê ku zagonên xwe jî cidî bigire, rasterast li hemberê ekranan dibêje; „Fermana lêxistin û kuştinê heye.“ Ango dîktator tenê bi koteka çoyê xwe walî û navçebegan jî namîne, fermana kuştinê dide.
Ji bo ku rê li pêşiya dîktatorê li Enqerê û dîktatorên din were girtin, ji bo li bajaran di forma xweseriyê de pergaleke nû ya sîstema navendî parçe dike, were runiştin; divê ferman, rêvebirin, berpirsiyarî di destên şaredaran de be. Yanî li tu bajarî fermanên navendî derbas nebe. Walî jî hebe, divê bi aliyê gel ve were hilbijartin. Li Amêrîqayê jî waliyên eyaletan, ne ji nava hêzên asayişê, bi hilbijartinan tê ser kar.
Divê di rojeva siyaseta kurd de ev mijara hilbijartina waliyan, parçekirina rêveberiya navendî hebe. Tenê pergaleke bi xweserî, federel, konfederel dikane pêşî li dîktatorî, bêdadîyan bigire.
Li başûrê Kurdistanê jî formeke qopya pergala dagirkeran heye. Li wir jî serkariya navendî dixwaze, bi rêya forma parêzgehan (wîlayet) û waliyên rasterast bi aliyê rêveberiya navendî ve tên tayînkirin kontrola xwe li ser her tiştî dayne. Pirsgirêk û nakokiya bi Şengalê re jî ji ber daxwaza vê pergalê ye.
Bi gotineke kurt. Gava nakokî û birina heyî rast neyê dîtin û têgihîştin, çareserî jî nabe. Pergalên wilayet bi destê waliyên bi serkariya navendî ve girêdayî tê rêvebirin de, rasterast, vîna gel binpêkirin heye. Lema bi dîtina min divê silogana me, ev be: „WALÎ NA! XWESERÎ ERÊ!“ Bila walî jî bi hilbijartinan were ser kar!“ Hetanê ev nebe, soz, peyman û hemû lihevkirinên din vala ne û xapandine.
Tişta baş niha ev mijareya „çoyê dîktator walî“ bi hêla her kesî ve tê nîqaşkirin. Ango serê girêka birînê hatiye dîtin. Lê divê ev serî neyê berdan û mijara wali û navçebegan werin çareserkirin. Tenê bi hilbijartinê hatina wan dikane rêya çareseriyê veke.