Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT), ji bo rewşa qereqolan, girtîgehan lêkolîn bike, şandek şand Tirkiyeyê.
CPT ji bo rewşa qereqolan, girtîgehan lêkolîn bike, şandek şand Tirkiyeyê. şandeyê li Êlih, Sêrt, Amed, Enqere, Stenbol, Trabzon û Îzmîrê lêkolîn kir. Di rojeva heyetê de Girtîgeha Îmraliyê jî hebû, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin. Şanda CPT, ku serokê wê Wolfgang Heînz bû, di 10’ê Gulanê de dest bi lêkolînên xwe yên li Tirkiyeyê kir û duh qedand. Di nava şandeyê de 6 pispor û psîkiyatrîst hebûn. CPT derbarê armanca serdanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
CPT´yê di daxuyaniyê de got, “Armanca esasî ya serdanê, lêkolînkirina muayeneya kesên ji aliyê polîs û cendermeyan ve tên binçavkirin, rewşa saziyên ceza yên ji bo biyaniyan hatine amadekirin û navendên binçavkirinê bû. Delegasyonê bi vê armancê li cihên cuda yên welêt, bi kesên li navendên binçavkirinê re rûnişt. Heyetê di dema serdanê de bi meqamên pêwendîdar re, hin mijarên li ser rewşa girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê jî, nirxandin.“
Eşkerekirina rapora heyetê
Şande di dema serdanê de bi Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû û rayedarên Wezareta Edaletê re jî rûnişt. Derbarê êşkenceya li kesên piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hatine binçavkirin, şande bi Serdozgerê Komarê yê Enqereyê re rûnişt.
Şandeya CPT´yê bi Ombûdsmanê sereke Şeref Malkoç re nûnerên Ofîsa Enqereyê ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) re û rêxistinên civakî yên sivîl re civîn li dar xist û pêş lêkolînên xwe bi meqamên Tirk re parve kir.
Şande wê piştî serdanê raporekê amade bike. Lê belê ji ber ku şandeyê raporên xwe yên li ser serdanên berê eşkere nekir, vê yekê rê li ber nîqaşan vekiribû. Herî dawî Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kiribû ku rapora CPT´yê ji aliyê hikûmetê ve hatiye astengkirin û mijar bi pêşniyaz-pirsekê xistibû rojeva meclîsê.
NAVENDA NÛÇEYAN