
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkîldarî vê tecrîda siyasî 2 caran serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan. Ji ber ku doza Ocalan li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) didome parêzeran serî li vir jî dan. Lê li gel vê yekê jî balkêş e ev saziyên hiqîqê yên navneteweyî bêdengiya xwe didomînin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî ku hefteya çaremîn a tecrîdê de ji Dozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind bersiva neyînî girtin serî li CPT'ê dan. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinên ku nekarîne di mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê de pêk bînin bi raporeke pêşkêşî CPT'ê kirin. Di raporê de hate gotin ku ji 11 hevdîtinan 5 hevdîtin pêk anînê û 6 hevdîtin nekarînê pêk bînin. Parêzeran diyar kiribûn ku astengkirina hevdîtinan a bi hincetên "koster xirab e", "muxalefeta hewayê" polîtîkaya dewletê ye û serlêdanên wan di heman demê de ji bo raya giştî jî banga bihistiyariyê ye.
Ji bo Îmraliyê heyet hate xwestin
Serlêdana duyemîn a perêzeran jî di roja 65'emîn a tecrîdê de li Strasbourgê hate kirin. Parêzeran diyar kiribûn ku li gel ku 17 caran serlêdan kirine, telgraf ji bo Îmraliyê şandine lê nizanin gîhiştiye Îmraliyê yan na, ji ber vê yekê jî li Strasbourgê bi rayedarên CPT'ê re rû bi rû hevdîtin pêk anîne û tecrîd ji wan re vegotine. Parêzeran ji rayedarên CPT'ê xwest heyeteke bişînin Îmraliyê û lêkolînê pêk bînin.
Ji bo DMME'yê serlêdan
Parêzerên ku serî li CPT'ê dan di 9'ê îlonê de jî diyar kirin ku dê serî li DMME'yê bidin. Parêzeran di serlêdana xwe de rewşa li Îmraliyê wekî "tecrîd û îzolasyona derveyî mirovahiyê" bi nav kirin û serê li DMME'yê dan. Parêzeran piştre jî di 16'ê Îlonê de jî serî liYekemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê û Lijneya Şopandina Girtîgehan da û der barê Midûrê Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind û rayedarên din de gilî kir. Parêzeran di serlêdana Yekemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê xwestin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Xwestin têkîldarê rewşa muwekîlên xwe bêne agahdarkirin.
ÇAGDAŞ KAPLAN - DÎHA/STENBOL