Şandeya CPT pêr çû parêzgeha Helebce û wê serdana şahidên bûyera kîmyabarana Helebce bike. 

Şande li gel Komeleya Qurbaniyên Helebce civiya. Têkîldarî serdana şandeya CPT’ê Endamê Komeleya Qurbaniyên Helebce Hikmet Fayiq tekîldarî serdana şandeyê de agahî dan ajansa nûçeyan RojNewsê û got: “Şandeke CPT´ê wê binpêkirinên mafên mirovan ji nêzîk ve bi şopîne û raporekê amade bike. Şandeyê got, armanca wan ya li Herêma Kurdistanê, lêkolînkirina bombebaranên artêşa Tirk  li herêma Qendîlê ye. Herweha guhdarîkirina êş û azarên welatiyên Qendîlê yên ji ber bombebarana balafirên artêşa Tirk e.”

Endamê Komeleya  Qurbaniyên Helebce Hikmet Fayiq herî dawî got; “Îro vê şandeya CPT´ê serdana parêzgeha Helebce jî kir û bi çavê xwe kiryarên kîmyabarana Helebce dîtin. Li ser rewşa birîndarên kîmyabarana Helebce jî agadarî wergirtin. Wê agahiyên komkirine bikin rapor û pêşkêşî navenda xwe bikin.”


ŞIRAM HEWRAMÎ/ROJNEWS/HELEBCE