Li navenda Geşkirina Aboriya Civakî ya li bajarê Dirbêsiyê yê li Kantona Cizîrê, yek ji rêveberên saziyê Xalid Şêxo ji ANF’ê re axivî û li ser xebatên xwe agahî da.

Şêxo got, “Her çend xebatên me yên kooperatîfê di asta em dixwazin de nameşin jî, em dest ji meşandina karê xwe bernadin. Me bi 1. Konferansa Aboriyê û pêngava ‘Êdî bes e koçbertî’ re lez dan xebatên xwe” û destnîşan kir ku di sala 2015’an de ji aliyê aboriyê ve wan li qada çandiniyê encamên erênî û balkêş bi dest xistine.

Şêxo da zanîn ku kooperatîfên bazirganî û çandiniyê yên Dirbêsiyê xwedî 300 endaman e û got, “Bi kooperatîfan re em dixwazin tovên nifaqê yên hêzên hundir û derve dixwazin têxin nava gelan, pûç bikin. Bi pêşvebirina karê kooperatîfê re em dikarin bêjin ku ev plan hatine bi giranî hatine pûçkirin.

Weke 300 endamên kooperatîfê yên ji gel û baweriyên cuda me dest dan hev û gelek herêm ji karê çandiniyê re vekir. 


Projeya ROJ AV

Şêxo anî ziman ku di nava van kooperatîfan de mirovên ji gel û baweriyên cuda, mirovên xwedî erd û yên erdê xwe nînin, dewlemend, xizan her kes cih digirin û got, “Beşdariya li nava kooperatîfên bazirganiyê, bi 15 hezar lîreyê Sûriyeyê ye. Lê belê yên ku qet hatineyeke xwe nîne û nikare vê berdêla beşdariyê bidin, me ew jî yekser tevlî kooperatîfan kirin. Bi vî pereyê berdêla beşdariyê re me xebatên xurtkirina karê kooperatîfê meşandin û mora xwe danîn binê gelek projeyan. Yek ji van projeyên me; navenda hilberîna avê ye. Navê marka ava li vê derê wê bibe ‘ROJ AV’. Ji bo vê navenda hilberîna avê, makîneyên ji teknolojiya herî nûjen hatine kirîn. Em dixwazin rojane 100 hezar metrekup avê hilberînin. Her wiha wê li vir pet şûşe jî bên çêkirin.”


Pêşîgirtina li bêkariyê

Şêxo diyar kir ku bi vê navendê re ew dixwazin pêşî li bêkariyê bigirin û got, “Yên dixwazin bibin endamê kooperatîfên me yên çandinî û bazirganiyê, li gorî hatineyên xwe dikarin tevkariyê bikin û bibin endam. Yên ku derfetên xwe yên madî nînin, bi nêzîkatiyeke pozîtîf em wan dikin endam.”

Şêxo got, “Li Dirbêsiyê xebatên me yên kooperatîfan roj bi roj digihêje asta em dixwazin” û da zanîn, ku berhemên bên hilberîn wê bi gel re werin parvekirin û bi vî rengî dixwazin pêşî li koçberiyê bigirin. Şêxo ragihand ku heta niha 39.611 donim erd hatiye çandin.

Şêxo diyar kir ku li gundên Jîdede û Fewîra komun hatine avakirin û anî ziman ku li van her du gundan erdê ji 6 hezar 500 donim hatiye çandin. Her wiha Şêxo ragihand ku li van gundan sindoqa komunê hatiye avakirin û ji sedî 70 ê qezenca ji vê hilberînê wê li vê sindoqa komunê were bi cih kirin. 


 ANF/DIRBÊSIYÊ