Dihat pîlan kirin ku ev mihrîcan li gundê Şaxê were pîroz kirin lê ji ber ku destûr nehat dayîn jinan li cihekî nêzi gundê Şaxê li gundê Guriga yê ser bi Cizîrê mihrîcana xwe li dar xistin. Hevsrokên HDP, DBP û şaredar tevlî mihrîcanê bûn. Ji xeynî jinên ciwan dayîk jî bi rengê xwe hazir bûn. Dayikan cilên gelêrî, ciwanan jî cilên leşkerî li xwe kirin. Jinan di nav xwezayê de bi awayekî xwezayî nan û çaya xwe çêkir. Piştî xwarinê jinên ciwan bafirok firandin û azman xemilandin.
Berxwedana YPJ´ê bersiv da hovîtiyê
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret li vir peyivî û got, “xweza îro bi rengê jinê ji nû ve şîn bûye. Em dizanin ku dayikên me êşên mezin kişandine. Şengal ti caran ji bîra me naçe çi ji wan jinên ciwan kirin. Li hemberî vê yekê berxwedana YPJ ya li Kobanê û Şengalê yek bi yek bersiva wan da. Em wan silavdikin. Jina kurd xwe bi rêxistin dike. Êdî hemû dunya bi hêza jinên kurd dizane. Îro jinan bi paradigmaya Abullah Ocalan xwe nas kiriye. Partiya me li parlemanê wê dengê jinê zêde bike û wê hêviya aşitiyê, aramiyê bîne Tirkiyê.”
Piştre namzata HDP’ê Leyla Birlik derket ser dikê. Birlik diyar kir ku tekoşîna ku 40 salan îro li vê derê ber dane û wiha peyivî: “Îro em li wargeha şehîdan nefesekê didin jiyanê. Ev 40 salin jin pir êşiyaye bi vê êşa xwe jî qehramantî kiriye.”
Piştî axaftinan Koma Govendê ya Mîtanî, Koma Viyan Soran, Koma Şehîd Sara, Koma jinên Mîtanî, Hûnermend Evin, Koma jinên Cudî, Dengên jinên Azad, Koma Hezil derketin pêşberî jinan û jinan heya derengê şevê govend gerandin. Di festivalê de her wiha sînevizyona jiyana Azize Bayram (Evrim Andok) hate nîşandan.
ŞIRNEX