Li gor ola Ezdayetî her sal li hemû Kubbeyên pîroz cîmeî tê çêkirin. Ev cîmeî bi Kubba Şerfedîn destpê dike. Îna borî  li gundê Şerfedîn Cumeya Şerfedîn hat pîroz kirin. Bi sedan Êzîdî ji kampên li Zaxo û Duhokê ji bo eydiya xwe pîroz bikin hatin Şengalê. Xelkê Ezidî ji ber fermana 3 Tebaxê eydiya xwe bi xemgînî derbas kirin. Ezdiyên ku ji bo pîrozbahiyê hatin Şerfedîn destpêkê çûn ser tirbên mirovên xwe û goristan ziyaret kirin.

Pîrozbahî bi şûştina periya Şerfettîn destpêkir. Piştî Qewal û Qoçekên Lalêşê hatin Periya Şerfedîn hat gerandin. Bi gotina qewilan periya Şerfedin birin ser bîra Şerfedin û li gor adetan li vir dua hat xwendin. 

Pîrozbahiyên Cimeî ku wek cejnek dihat pîroz kirin îsal bi xemgîn bû. Ji ber fermana 3 Tebaxê û keçên Êzîdî yên ku dîl ketine destê çeteyên DAIŞ’ê gelê ÊzIdî vê cejnê bi girî derbas kirin. 


 ŞENGAL