Şandeya bi pêşengiya International Coordination of Revolutianary Parties and Organizations (ICOR) li nûnertiya Kontonên Rojavayê Kurdistanê ya li Silêmaniyê ji aliyê nûnerê Nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê Şêrzad Êzîdî ve hate pêşwazîkirin. Şandeyê diyar kir ku Rojava bûye sembola berxwedan û li Rojavayê Kurdistanê jî bûye  mînaka demokrasiyê. 

Berpirsê duyem yê ICOR'ê Secday Senfi diyar kir ku  gelek keyfxweşin ku hatine serdana Nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistnê û got ku hêvîdarim nûnertiyên Kantonên Rojavayê Kurdistanê li welatên din ên cîhanê jî bên vekirin. 

 

‘Şoreşê bigihînin cîhanê’

Nûnerê Nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê Şêrzad Êzîdî jî keyfxweşiya xwe ya ji bo serdana şandeyê anî ziman û diyar kir ku rêxistina ICOR berî niha jî çend çalakî ji bo Kobanê kirine. Êzîdî got niha jî bi rêxistina ICOR rê nûnerên wekî welatên wekî Tunis, Hindîstan, Fas û Alman jî di nava şandeyê de amade ne. 

Şêrzad Êzîdî berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ev yek nîşaneya ku demokrasî û sistema Rojavayê Kurdistanê li hemû cîhanê deng daye. Êdî bandoriyê li ser hemû cîhanê çêdike. Dikarîn bêjîn şoreşa rojava şoreşekî cîhanî ye. Hêvîdarim ku bikarîn zêdetir bi hevre xizmet bikin û vê şoreşê bigihînin cîhanê."

  

Derbasî Rojava dibin

Şandeyê destnîşan kir ku wê di demek nêzîk de biçin Rojavayê Kurdistanê û wê hevdîtina li gel berpirsên Rojava pêk bînin.  Şandeyê di serdana xwe de strana li ser berxwedana Rojavayê Kurdistanê û Kobanê amadekirîn strandin. 


 ROJNEWS/SILÊMANÎ