
Ji Kobanê vegeriya
Du roje ji eniya şer vegeriyaye, mandîbûn ji rûyê fermandarê rojên dijwar dibare, lê li ser xwe û aşkera diaxive. Behs behsa 80 rojên berxwedana qehremananeya Kurdan li hember dirindetirîn grûba terorîstî ya cîhanê ye. Vegêrana 39 rojên bergîriya pêşmergeyan mil bi milê hêzên YPG û YPJ, dîrokeke ku gelek aliyên veşartî û serdegirtî hene ku pêwîste bêne hildan û kom kirin, bo vê mebestê ez bersiva çend pirsan ji bo fermandarê hêzên Pêşmerge li Kobanê, Emîd Ehmed Gerdî dihêlim.
Pêşwaziya bi agir
Pirsa roja yekem a çûna Kobanê dikim, fermandar Ehmed Gerdî dibêje: ‘’Rojeke gelek dijwar û zehmet bû, piştî pêşwaziya germ a xelkê bakurê Kurdistanê ji hêzên pêşmerge, em li Kobanê ji aliyê wezîrê bergîriya Kantona Kobanê û çend berpirsên leşkerî yên YPG ve hatine pêşwazî kirin û me bi hevre serdana cihên xwe kirin. Çeteyên DAİŞ´ê dema em dîtin, bi agir pêşwazî li me kirin. Beriya em biçine Kobanê min şarezatî li ser nexşeya bajêr hebû û min dizanî sînorê bajêr daxistiye û weke vê ye ku em biçine nava agirekî ku vegera ji nav gelek zehmet be.’’
Guhertina hevsengiya hêzê
Derbarê reşwa rojên destpêkê yên çûna wan bo Kobanê dipirsim Gerdî dibêje: ’’Beriya çûna wan 50 roj bû hêzên YPG di şerekî dijwar de bûn, bêyî tu hêzeke piştîvan, şer kirina li coxrafiyayeke daxistî gelek zehmete. Raste berxwedan û qehremaniya hevalên YPG nayê înkar kirin, lê çek jî gelek girînge, şerê niha bi çekan tê kirin, me çekên baş bi xwe re biribûn. Lê beşek ji wan bikar nedihatin, ji ber ku pêşrewiya çekdarên DAİŞê di nava bajêr de zêde bû û êdî şerê kolan bi kolanan bû. Ji ber vê jî beşek ji çekên me ku dûravêj bûn bikêr nedihatin. Rojek beriya çûna me şerekî giran û dijwar li Kobanê hebû û çavê hin aliyan li ketina bajêr bû. Lê bi çûna pêşmergeyan re moralê hêzên YPG jî zêde bû û bi gihandina çekên nû û giran ruhiyeta wan bilindtir bû. Du roj piştî çûna pêşmergeyan hemû alî pêhesiyan ku hevsengiya şer hatiye guhertin.
Dîmenên hestiyar
Behsa dîmenên hestiyar yên şer dikim, dîmenên ku hestên her mirovekî dihejînin û ji bo demeke dirêj bandorê li ser hemû aliyên jiyana wan dikin, ji Emîd Ehmed dipirsim li Kobanê şahidê dîmenên wiha bûye? Axînekî hildikêşe û cixareyekî vêdixe û wiha pê de diçe: ’’Şehîd bûna çend heval yan hevsengerên ku demek berê bi hevre bûn, awareyî û der bi deriya xelkê, wêran bûna malan, dan û standina bi awareyan li ser sînoran û ji hemûyan girantir şehadeta zarokan, nebûna cihek ji bo veşartina wan û bê merasîm, nebûna xwarina pêwîst ji bo penaberan, dîmenên wisane ku qet ji bîra min naçin.’’
Gel pêwîstiyên xwe pêk tîne
Dipirsim pêwîstiyên hêzên YPG û xelkê di nava bajêr de mane zêdetir çi ne? Dibêje: ’’Moralê wan gelek başe û qehremanane şer dikin, xwarin û danên li bajêr li cihekî kom kirine û aşek jî ava kirine, ruhê hevkariyê di nava xelkê de başe. Firneya nanê danîne û beşeke xelkê ji bo şervanan xwarinê amade dikin. Nexweşxaneyek ji bo birîndarên şer çêkirine, yên rewşa wan xirab bo Tirkiyê têne veguhestin, lê gelek caran ji ber ragirtina wan li ser sînoran ji aliyê Tirkiyê ve hejmareke zêde ya birîndaran jiyana xwe ji dest didin. Wan zêdetir pêwîstî bi çek û pêdawîstiyên eskerî heye.’’
Êrişa hêzên hevpeyman
Tevî ku êrişa hewayî ya hêzên hevpeymanên li dijî DAÎŞ´ê xwedî bandore, lê gelek caran tê gotin ku di beşa herî zêde ya bombebaranan de çeperên DAİŞ´ê bi başî hedef nayê girtin, raya fermandar dipirsim, lê ew berovajî difikire û dibêje: ’’Vê dawiyê êrişên hewayî zêdetirîn bandor li ser rewşa şer hebû û riya hatine pêşa hêzên nû yên DAİŞ´ê girtiye û rê nade tank û Hamerên zirxî bi hêsanî di nava bajêr de bigerin.’’Ehmed Gerdî derbarê paşekişiya çeteyên DAİŞê dibêje: ’’Piştî girtina çend aliyên bajêr ji aliyê DAİŞê ve, şerê kolan bi kolan dêstpê kir, niha nêzî 370 gundan di destê çeteyên DAİŞê dene, gundên derdora Reqa, hêla Heleb û hin gundên derdorê di destê wan dene û wan karîn gelek hêzan li wan herêman bicîh bikin. Herwiha herêmeke berfireh li pişt wan de heye, lê hêzên YPG û YPJ ev kart nebûn, ne hêza piştîvaniyê, ne jî herêma berfireh! Take rêya hatina hêzêzên nû bo nava Kobanê, Tirkiye bû, ku çend kes ev jî bi rêya qaçax dihatine nava bajêr. Hêza berxwedanê tenê yên di nava bajêr de mayî bûn. Lê berxwedana Kurdan bo hemû aliyan selmand ku Kobanê êdî nakeve û çeteyên DAİŞê ji vî şerî bêzar bûne û ger niha bikarin ji Kobanê vedikişin, lê ev yek dem dixwaze û derxistina hêzên çekdar ji rûbereke nêzî 1400 kîlometran henek nîne.’’
Cehenema DAİŞ´ê
Têkşikana hêzên DAİŞê li Kobanê û binav kirina vî bajêrî bi (Cehenema DAİŞê) gotina serzimanê beşeke zêde ya medyayên cîhanê ye, pirsa hevkêşeyên şer û astê hejmara kuştiyan dikim, Gerdî dibêje: ’’ hejmara kuştiyên DAİŞê bi ya hêzên Kurdî re nayê qiyas kirin, li jêr her avahiyekê de laşê bi dehan çeteyên DAİŞê maye û zêdetirî %80 a kuştiyan yên DAİŞê ne. Heya em li Kobanê bûn, 7 emîrên DAİŞê hatibûn kuştin. Lê pirsgirêka me ya serekî nêzîkbûna cihê şer bû, ne firokeyan dikarî di vê mesafeyê de çeteyan bombebaran bikin ne jî me dikarî bi çekên giran li wan bidin, carna herdu aliyan di jorên malekî de şer dikirin. Lê ez bawerim heq bi ser dikeve.’’
Jinên Kobanê
Xaleke girîng di berxwedana Kobanê û Rojavayê Kurdistanê de ku di medyayên cîhanê de deng vedaye, beşdariya jinên Kurd mil bi milê zilaman di hemû qadên xebatê deye, tê gotin nîve-nîva hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji jinan pêk tê, di vê derbarê de Ehmed Gerdî dibêje: ’’eniya rojavayê bajêr ji aliyê jinan ve bi rêve diçû û li beşên din jî jinan mil bi milê zilaman beşdarî hemû çalakiyan dikir, bi rastî gelek zîrek û xurtin, ev yek cihê serbilindî û hurmetê ye.’’
Kameraya şevê û keçika Zaxoyî
Fermandarê pêşmergeyan behsa keçikeke Zaxoyî ya di nava hêzên YPJ ê de dike û wiha pêde diçe: ’’ Keçikeke Zaxoyî di nava hêzên YPJ´ê de bû. Di roja yekem a çûna me bo Kobanê de, pêşmergeyekî kamerayeke şevê anî cem min û got, bila bi emanet li cem te be. Rojekê gerilayek hat û got pêwîstiya min bi kameraya şevê heye, min jî kamera radestî wan kir. Li eniya şer şervana YPJ´ê ya Zaxoyî dipirse kamera ya kî/ê ye? Dibêjin me ji fermandarê pêşmergeyan girtiye, ev jî dibêje ji ber ku em herdu xelkê başûrê Kurdistanê ne ev kamera ji bo min baş e.’’ Ji fermandar dipirsim: bêriyaa Kobanê nakî? Amade ye cardin vegere wî bajêrî? Wiha dibêje: ’ Ev şer şerê hemû Kurdan e, niha ez weke pêşmergeyekî amade me vegerim Kobanê. Lê heman metirsî li ser Herêma kurdistanê jî heye û eger şerê Kurdan bi DAİŞê re tenê li Kobanê ba, belkî ez tucaran venegeriyabame başûr.’’
DÊRSİM OREMAR/HEWLÊR