Ez li vir dibêjim, ew faşîstan wisa hizir dikin, ´me seroka wan girtiye´ ew nikarin ti karê din êdî bikin. Lê belê serokê me bi felsefeya xwe, bi têgihiştina xwe tovek reşandiye li van erdan, ti kes nikare êdî hişk bike, biqelîne vî tovê hanê.

DENIZ BABIR / STRASBOURG

Dayika ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Sine,  Ronak Fedewî ya 56 salî a ku ev 6 sal in li Ewrûpa ye li bajarê Kolnê dimîne jî di nava çalakgerên li Strasbourgê li pêşiya PE´yê çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojî de ye. Doh di dema çalakiyê de jinan bi dengbêjiyê jî çalakiya xwe xurt kir û yek ji jinên ku bi kilamên xwe beşdarî vê çalakiyê jî bû Ronak Fedewî bû. Ew dibêje ji malbata wê 9 şehîd hene. Gelek caran hatiye girtin û di zik hev de 4 sal û nîvan di hepsê de maye tevî zaroka xwe ya berşîr. Çavekî wê jî di zindanê de kor bûye. Lê dev ji kar û xebata ji bo azadiya Kurdistanê bernedaye ku îro jî di nava PJAK´ê de çalak e. Ew dibêje, ji bo wê rûmet e ku beşdarî çalakiyan bibe ji bo azadiya Ocalan û piştgiriyê bide Leyla Guvenê û dibêje, “Ji Kurdan hemûyan dixwazim bi yekrêziya xwe çalakî û xebatên xwe dewam bikin heta ku serokê me azad dibe. Ji ber ku Serok Apo azad bibe, gel azad dibe; û hemû mirovahî wê li erd û ezman hest bi azadî, serbestî û demokrasî bike.”

Ew beriya bi 16 salan ji Rojhilatê Kurdistanê veqetiyaye û li Başûrê Kurdistanê li wargeha Komeleyê maye. Min beriya niha 35 salan weke pêşmergeyê Komale xebat kiriye; li ser sedema koçberbûna xwe ew dibêje, “Lê rewşa Başûr gelekî xirab bû. Me êdî nema dikarî ti çalakî û xebatê bikin. Em pasîf man. Weke malbateke xwedî şehîd, min nekarî vê ragirim. Ji ber wê em hatin xerîbistanê. Ez li Xerîbistanê pê hisiyam ku êdî ew xeta jiyana şexsî ji bo min qediyaye. Bi xweşhalî min PJAK nas kir. Ew jî hizbeke rojhilatî ye. Bi rastî dixebite û pirr bi dil ligel milet e. Min soz da hevalan heta ku nefesa min hebe ez bi xebata xwe ligel wan dewam bikin ji bo azadiya welatê min.”

Zilma neyar bi îradeya wê nekarî

Ev dayika ku êşkence li zaroka wê ya berşîr jî kirine ku di zindanê de ew ji şîr qut kirine, li ser tecrûbeya xwe ya zindanê jî wiha vedibêje, “Weke dayik, gava ku di zindanê de eziyet li min kirin, kurê min ji min stendin, ji şîr qut kirin, ya hatî hişê min ew bû, ew dayik bûn ku zarokên xwe mezin kirin, dan xwendin, lê paşê şehîd bûn. Em 30-40 jinî di qawîşeke piçûk de bûn. Bi roj elektrîk, av ji ser me dibirrîn, da ku em xwe neşon û pak nekin; em tî bimînin. Lê tevî vê jî em bi ser wan de zal bûn, me îradeya wan şikand. Lê wan nedikarî îradeya me jinên Kurd bişikînin. Ez timî dixwazim tol û heqê xwe ji wî dijminê faşîst bigirim bi xebat û têkoşîna xwe.”

Ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re

Ji bo çalakiya greva biçîbûnê jî, ew armanca xwe ya beşdariya grevê wiha rave dike: “Ev bêhtirî 20 salan e ku Serok Apo dewleta Tirk a faşîst bi planeke qirêj, girt û tecrîd kiriye. Vê yekê her Kurd nerehet kir. Niha heval Leyla Guven got, em ê bi hemû şêwazan xebatê bikin, da ku tecrîd bişike. Wê dest bi greva birçîbûnê kir. Tirkiyeyê ne tenê Serok Ocalan, lê bi hezaran mirovên têgihiştî heta bi parlamenteran jî êsîr kirin. Li dijî vî hukmê neadilane wê dest bi greva birçîbûnê kir ya heta hetayî heta ku Serok Apo azad bibe. Vê yekê kir ku em Kurd bi jin û mêr bi hev re beşdarî vê çalakiyê bibin. Em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin heta ku serokê me azad bibe. Ez jî îro hatime pêşiya Parlamena Ewrûpayê, weke hemû jin, mêr, dayikên têkoşer ji bo piştgiriya Leyla Guven û hevalên din ên di greva birçîbûnê de.”

Serok Apo azad bibe gel azad dibe

Di dawiyê de jî bang li gelê Kurd hemûyî dike ku bi yekrêzî têbikoşe heta Ocalanî azad bike: “Serok Apo şerxwaz nîne, ew azadî û edaletê ji bo hemû gelan û ji bo Kurdan dixwaze. Divê Ewrûpa, Emerîka û hemû welat şerm bikin ji ber ku wan kiriye bi neheqî mirovekî ewqasî dizlsozî mirovan heps kiriye. Ez li vir dibêjim, ew faşîstan wisa hizir dikin, ´me seroka wan girtiye´ ew nikarin ti karê din êdî bikin. Lê belê serokê me bi felsefeya xwe, bi têgihiştina xwe tovek reşandiye li van erdan, ti kes nikare êdî hişk bike, biqelîne vî tovê hanê. Ez ji tevahiya gelê Kurd û ji dinyayê dixwazim ku li ser tecrîdkirina Ocalanî bi deng bin û ji bo azadiya serok têbikoşin. Ji Kurdan hemûyan dixwazim bi yekrêziya xwe çalakî û xebatên xwe dewam bikin heta ku serokê me azad dibe. Ji ber ku Serok Apo azad bibe, gel azad dibe; û hemû mirovahî wê li erd û ezman hest bi azadî, serbestî û demokrasî bike.”