SOLÎN REŞÎD / ANHA / ŞEHBA
Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) niha li Şehbayê ji bo Efrîniyên koçber zend û bendên xwe veda. KPC-D`ê ya Efrînê bitar daye ku dibistanan li 32 gundên herêma Şehbayê vekin û niha ew dibistan têne amadekirin.
Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê şêniyên herêmê neçar man ku dev ji warên xwe berdin û li herêma Şehbayê bi cih bibin. Ji ber wê Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) li herêma Şehbayê, gundewarên navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ji nû ve dest bi sala xwendinê ji xwendekarên astên seretayî, amadeyî û navîn re kir û di 1`ê Tebaxê de bi dawî bû.
15`ê Îlonê dest pê dike
Komîte amadekariyên sala xwendinê ya nû dike. Wekî ku hatiye payîn dê di 15`ê Îlonê de sala xwendinê dest pê bike. Komîteyê dest bi amadekirina dibistanan û sererastkirina wan kiriye.
Qeydkirina navên xwendekaran didome. Heta niha di asta seretayî de 5 hezar xwendekaran navên xwe qeyd kirine, asta navîn nêzî 800 xwendekar û di asta amadeyî de 450 xwendekar.
940 hatine amadekirin
Komîteyê 940 mamoste ji bo sala xwendinê ya nû amade kirine. Mamoste dê li gorî materyalên nû dersan bidin, her wiha komîteyê pirtûk ji hemû astan re peyda kirine.
Ji rêveberên KPC-D`ê ya Efrînê Bêrîvan Xelîl got wan biryar da ku dibistanan li 32 gundên herêma Şehbayê vekin û niha ew dibistan têne amadekirin.
34 dibistan çalak in
Bêrîvan destnîşan kir ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê beriya 2 salan li ser herêmê hemû dibistan hatine rûxandin, ji ber wê piştî ku destûr ji xwediyên dikan û malan girtin, ew ê wan deveran bikin dibistan. Bêrîvan diyar kir ku hindek dibistan hene pêwîst e werin sererastkirin û niha ew ji bo vê yekê dixebitin.
Di vê çarçoveyê de yek ji berpirsên Komîteya Xizmetguzariyê ya KPC-D`ê Mihemed Kele Xeyrî diyar kir ku wan li gundên ku dibistan lê tunene yan jî dibistanên wan hatine rûxandin, 5 xanî diyar kirine.
Li gorî hate diyarkirin heta niha ji eslê 50 dibistanan 30 dibistan li herêma Şehbayê û 4 dibistan li navçeya Şêrawa hatine amadekirin û dê komîte li gund, bajarok û bajaran dibistanan li gorî pêwîstiyan veke.