Piştî ku KCD’ê Xweseriya Demokratîk îlan kir, mijara di warên civakî, siyasî, aborî, çandî û hwd. de gavên ku dê bên avêtin hate rojevê û mînakên jiyana rojane de derketin pêş. Di modela Xweseriya Demokratîk a ku li ser bingeha civakî, siyasî, çandî, ekolojîk, hiqûqî, dîplomasî û parastina cewherî de pêş dikeve di hin mînak hene ku bi awayeke zelal nîşan dide ku pêkanîna vê modelê ewqas zehmet nîn e û hin kêmasî hebin jî derbasî jiyanê dibe. Yek ji van beşan aliyê hiqûqî ye.

Komîsyon dibe mînak
Ev model ji aliye komunên gundan û meclîsên bajar navçe û taxan derbasî jiyanê tê kirin. Aliyê hiqûqî jî aliyê Komîsyonên Edaletê yên di nava meclîsan ve derbasî jiyanî dibe. Komîsyonên Edaletê, darizandin, lêpirsîn û cezakirinê ne li gorî sîstema hiqûqê ya Tirkiyeyê, li gorî esasên wijdana civakî û rêbazên demokratîk çareser dike û pêşîlêgirtina sûc esas digire. Mînaka Meclîsa Navçeya Rezan ji bo vê sîstema hiqûqê ya alternatîf girîng e.
Di meclîsê de Komîsyona Edaletê ya ji 7 kesan pêk tê hatiye damezirandin û îradeya çareserikirina hemû sûcên ku li navçeyê tên kirin nîşan dide. Dozên weke „revandina keçan“, „doza xwînê“, „şerê erd“, „dizîtî“ tên komîsyonê. Komîsyon jî bi pisporên bûyeran ve çareseriyê digere. Heta niha nêzî 600 doz hatine ber komîsyonê û ji var 443 doz çareser kiriye. Ji bo yên din jî rê rêbazar digere û ji bo aliyan dema fikirandinê daye wan. Endamên komisyonê kesên pêbawer in û çareseriyên ku dibînin jî ji aliyê hemû kesan ve tên qebûlkirin. Komîsyon cezakirinê de jî tecrîd û rencîdekirinê esas digire. Bi vî rengî pêşiya sûcan digire û alî li hev tên.

‘Em dozyayan dikin arşîv’
Ji endamê komîsyonê Abdulhamît Durmaz der barê xebatên komîsyonê de agahî da û got ku komîsyon beriya 3 salan damezirandine û dosyayên ku tên hemûyan dikin arşîv. Di dosyayan de girtekên pirsgirîkên qewimîne, dest pêka dozê û encam bi belgeyan cih digire. Durmaz destnîşan kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi şev û roj dixebitin û wiha berdewam kir: „Serê sibehê saet 08.00’an de dozên heyî kontrol dikim û yên acîl derdixim pêş. Kîjan acîl e em ji wê dest pê dikin.“ Durmaz, da zanîn ku rojê 2-3 dozan çareser dikin. Durmaz wiha berdewam kir: „Em ji ber ku adil nêzik dibin ev doz tên çareserkirin. Hemû pirsgirêkên mirovan, me eleqeder dike. Mînak malbatên ku ji hevberdin serî li dewletê didin lê di rêzê de ne hene. Em diçin ba wan û hemû kesan guhdar dikin. Piştre jî çareser dikin.“

443 doz çareser kirin

Durmaz, der barê dozên ku hatine vekirin jî agahî da û anî ziman ku Di nava dozên ku jê 176 birîndarên bi kêran, 55 dozên gulebarandina bi çekan, 276 dozên xwînê, bi tevahî 443 doz çareser kirin. Durmaz, da zanîn ku li ser zevî û sînorên axê jî doz hatin vekirin û wiha got: „Bi taybetî li gundan li ser avakirina xaniyan û parvekirina zeviyan pirsgirêk derdiekve. Me ev pirsgirêkên gundiyan çareser kir. Em bi malbatên dozdar û malbatên sûcdar re cuda cuda axivîn. Me bawerî da herdu aliyan. Piştî ku malbata bi me bawerî anî û vîna xwe teslîmî me kirin, me jî li gorî rastî û edalete doz meşand. Pişti ku me lêkolînên fireh kirin û bi şahidên bûyerê re hevditin pêk anîn. Em diçin li herdu malbatan jî guhdar dikin. Li ser sedem û encama wê niqaş dikin û pişt re wan îkna dikin.“
Durmaz, da zanîn ku malbatên mexdûr dibin di serî de mexdûriyeta wan ji halê rodikin û pişt re bi alîkariya Meclîsên Taxan diçin neşweşxaneyan û piştgiriyê didin malbatan. Pirsgirêkên wan ên wesayit, nexweşxane, doxtor û aborî çareser dikin. Ger ku rewşa aborî tune be em komîsyonekê ava dikin û li çareseriyê digerin.“
Durmaz, da zanîn ku piştî vê hewldana wan malbatên sûcdar poşman dibin û dibêjin ‘Me şaşî kir werin vê pirsgirêkê çareser bikin’ Em jî li gorî pirsgirêkê û sedema pirsgirêkê malbatan tînin cem hev û bi hevre çareser dikin.
Durmaz, anî ziman ku wekî komîsyonê piştî ku lêkolîn dikin û mijarê dinirxînin li hev kom dibin û bi hevre biryarê didin û wiha berdewam kir: „Em ceza didin aliyê sûcdar. Ger ku em wekî meclîsê û komîsyonê ceza nedin kesekî ku mirov birindar kiribe, wê demê baweriya me diheje. Em li gorî kevneşopiyên gelê Kurd ceza didin. Em, em alîkariyê ji aliyê neheq digirin û didin aliyê heq û mexdûr. Dema em têr nakin jî em şêx, alim û mezinê civakê dixin dewrê û bi alikariya kesên rêzdar pirsgirêkê çareser dikin.“ Durmaz, bilêv kir ku ger malbatek neyê riya çareseriyê jî diyar dikin ku dê wekî komîsyonê wan di nava civakê de teşhîr bikin.

‘Me doza 77 salan çareser kir’
Di nava dozên ku komîsyonê çareser kir ya herî girîng doza 77 salan e. Di sala 1934’an de li gundê Xudûrê yê navçeya Çinara Amedê di navbera malbatên Keyê, Resul, Çiço, Melê û Oso de pevçûn derket. Di bûyrên navbera malbatan de 17 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê hin malbat çûn Mêrdînê û hin malbat jî li Amedê man. Hin kes jî hatin girtin. Lê li gel vê yekê dadgehên dewletê pirsgirêk çareeser nekir. Komîsyonê di 2010’an de bi malbatan re hevditin pêk anî û pirsgirêka 77 salan çareser kir.
Durmaz, bang li her kesî kir û xwest berî her tiştî divê hemû welatî li gorî ruhê edalet û mirovahiyê tev bigerin û li gorî wîjdanên xwe nêzî pirsgirêkê bibin. Durmaz, xwest her kesên xwedî doz serî li komîsyonê bidin û bi hevre pirsgirêkên gelê xwe çareser bikin.


SERTAÇ KAYAR - DÎHA/AMED