Rûniştina 4´an a Doza Nisêbînê doh di roja çaran de dewam kir. Parêzerên ciwanên Kurd îşaret bi hiqûqa dijminatiyê ya dadgeriya Tirk li dijî Kurdan kir û got, polîs jî delîlan ji holê radike.
Rûniştina çaran a doza li dijî 53 kesên di dema êrişên qirrker ên li dijî xwerêveberiyê de li Nisêbînê girtî, dewam dike. Beşek ji girtiyan û parêzerên wan doh beşdarî rûniştinê bûn ku li salona konferansê ya avahiya Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) bi rê ve diçe.
Dozger xwest kesên hatine girtin girtî bimînin. Parêzeran jî muwekilê xwe parast.
Hûnê bên dadgehkirin
Parêzer Gulbîn Şahîn Daghan got, “Ev ne dosyayek e ku li vir bê girtin. Wê biçe ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn. Wê biçe ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê û wê li wir bê dadgehkirin. Li wê derê wê helwêsta we bê dadgehkirin.”
Daghan bal kişand ser êşkenceya di dema destgîrkirinê de û got, “Dema birin nexweşxaneyê êşkence li wan kirin. Xuya ye di nîv saetê de îfadeya muwekîlên me girtine. Nepêkan e ku ev îfade di nîv saetê de were girtin.”
Îfadeya bi êşkencê betal bikin
Parêzer Rengîn Ergul jî got, “Em dixwazin îfadeyên ku li midûriyeta polîs bi êşkenceyê hatine girtin ji dosyayê werin derxistin. Muwekîlên me ji ber parastina xwe li girtîgehê cezayê hucreyê dixwin. Em nikarin wan bibînin.”
Ergul diyar kir ku wan xwestiye dîmenê kamerayên nezaretxaneyên ku 12 zarokên êşkence li wan bûye, bidin wan, lê belê ji wan re hatiye gotin, qeyda kamera hatiye jêbirin. Ergul got, midûriyeta polîsan û dadgerî delîlan ji holê radikin.
Hiqûqa dijmin e
Parêzer Zûhat Bîlgen jî got, “Heger bi rastî jî dosya ji aliyê hiqûqnasekî ve hatibûya amadekirin, muwekîlên me wê ji mirina polîsekî ku di qezaya trafîkê de mir, berpirsyar nehatibûna nîşandan. Her wiha giliyê polîsekî ku digot ‘min pê li bizmar kir’ wê nehatibûya qebûlkirin.”
Bîlen bi dewamî got, “Muwekîlên me her yekî ji wan ji hepseke li bajarekî din re hatine şandin. Yek li Bandirma, yek li Tokatê, yek li Erzîromê, yek jî li Xarpêtê ye. Sedema vê yekê çi ye? Ez ê karibim bi kîjanî re hevdîtinê bikim? Malbat wê çawa wan bibîne? Ev yek beşek ji hiqûqa dijmin e.”
Piştî parastina parêzeran, heyeta dadgehê navber da rûniştinê. Di rojên pêşî yên rûniştinê de ji bo rûreşkirina komploya navneteweyî ya 9´ê Cotmehê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelek ciwanên Kurd îfade nedabû û pişta xwe dabû heyeta dadgehê.
MÊRDÎN